Girê Mîra girtin bin dorpêçê

10:51

JINHA

MÊRDÎN - Taxa Girêmîra ya Nisêbînê ku meşvanên Botanê nobetê digirin, beriya meşa Cizîrê dest pê bike ji aliyê hêzên dewletê ve hate dorpêçkirin.

Li taxa Girêmîra ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê meşvanên Botanê ji bo şikandina dorpêça li Cizîrê ev 12 roj in nobetê digirin, beriya ku meşa Botanê dest pê bike ji aliyê hêzên dewletê ve hate dorpêçkirin. Hêzên dewletê ku beriya meşê bi wesayîtên zirxî ve tax dorpêç kirin amadekariya êrîşê dikin.

Gel bi dirûşma "Bijî berxwedana Cizîrê" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" bersivê didin hêzên dewletê yên ku tax dorpêç kirin.

(zt)