Dayîkên Aştî: Jin tev bila ji bo jiyanê îmze bavêjin
11:01
JINHA
STENBOL - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ên Stenbolê, banga piştgiriyê kampanya ku BÎKG'ê bi dirûşmeya "Em ne alîgirê mirinê alîgirê jiyanê ne. Em mafê aştî û heqîqatê diparêzin" daye despêkirin kir. Dayîkan gotin, "Çiqas jinên Kurd û jinên cîhanê hebin, divê tev ji bo aştî û wekheviyê îmze bidin kampanyayê. Bila îmze bidin ku dawî li vî şerî were."
Polîtîkayên înkar û îmha yê hikûmeta AKP'ê a li hember gelê Kurd berdewam dike. Li hember konsepta şer yê ku ketiye dewrê hewara jinan yê aştiyê bilind dibe. Kampanya ku ji aliyê Hewildana Jin a Ji bo Aştî (BÎKG) ve bi dirûşmeya "Em ne alîgirê mirinê alîgirê jiyanê ne. Em mafê aştî û heqîqatê diparêzin" dabûn despêkirin berdewam dike. Piştî govenda aştiyê yê ku li Kadikoyê ji aliyê hezaran jin ve hatibû girtin, gava duyem ye kampanyayê dê di 4'ê Sibatê de îmzeyên ku hatine berhevkirin wê pêşkêşî meclîsê werin kirin. Dayîkên Aştî ên ku bi salane bi tulbendên xwe yê spî li her qadê têdikoşin, banga piştgiriyê kampanyayê li tevahî jinan kirin.
'Li cîhanê çiqas jin hebin divê piştgirî bidin îmzeyê'
Xaltîka Îsa Oran yê ku li Surê hatî qetilkirin, Perîhan Arslan diyar kir ku ligel tevahî hovîtî, qirkirin, komkujî û şîdeta ku li hember cenazeyan hatine kirin cardin dibêjin aştî û got ew aştî li gorî şer hîn bi nirxtir dibînin. Perîhan got, "Em dayîkin. Şer tê wateyê mirinê zarokê me. Ên ku êrîşê me dikin dewlete û yên ku zarokên me qetildikin cardin dewlete. Em dixwazin dewlet dawî li van qetilaman bîne, em dixwazin zarokên me bijîn." Perîhan anî ziman ku ên ku rastî êrîş û zilmê tên gelê Kurdin lê cardin Kurd qala aştî û wekheviyê dikin. Perîhan silav ji Kurdê her çar aliyê Kurdistanê re şand û destnîşan kir ku ên zilmê li gelê Kurd dikin dê dawiya wan weke Saddam Hûseyîn bibe û wiha dirêjî da gotina xwe, "Çiqas jin li cîhanê hebin divê ji bo aştî û wekhevî piştgirî bidin îmezeyan. Bila îmze bidin ku dawî li vî şerî were."
'Ji bo aştiyê îmzeyek tu jî bide'
Xaltîkek din yê Îsa Oran Zûbeyde Arslan jî wiha got, "Em naxwazin zarok û leşker bimrin. Dilê tevahî dayîkan yeke, rengê rondikê çavê me jî yeke. Divê jin tev piştgirî bidin vê kampanyayê." Ji Dayîkên Aştî Emîne Erbek jî bang li tevahî jinên cîhanê kir ku deng bidin aştiyê û wiha got, "Ev kampanyayê îmezeyan ji bo min gelek girînge. Em hêvî dikin tevahî jinên cîhanê dest bidin destê hev û dawî li şer, zilm û vê hovîtiya heyî bîne. Divê her kes destê xwe dane ser wîjdanê xwe û dawî li vê zilmê bîne."
'Tu nikarî min bikî tirk û tu nikarî xwe jî bikî Kurd'
Dayîkê Aştî Makbule Caba destnîşan kir ku dewlet mirovan qetildike û îşkence li cenazeyan dike û wiha pêde çû, "Kuçik li nava kolanan bedenê zarokên me perçe dikin. Kîjan dil vê yekê radike ku dayîk tehmûl bike. Êdî bese, bila zarokên me neyên qetilkirin. Dewletek zilmdar hember me heye." Malbule di dawiyê de bang li Serokomar Erdogan kir û wiha got, "Xwedê zimanê Tirkî daye te yê min jî Kurdî, tu nikarî vê yekê lêpirsîn bikî û biguherî. Tu nikarî min bikî tirk û tu nikarî xwe jî bikî Kurd. Eger Erdogan Kurdî bipeyive ez ê jî tirkî bipeyvim."
'Dawiya zilmdaran yeke'
Ji Dayîkên Aştî Gûl Cîva jî got, "Em aştiyê dixwazin. Divê jin dest bidin destê hev û vî şerî asteng bikin. Kes pêşerojê nabîne. Zarok tên qetilkirin dibêjin 'bila welat saxbe'. Piştî zarok mirin welat saxbe ji çireye? Equbeta ku li Cizîr, Silopî, Sûr, Nisêbîn û Ferqînê hatî jîn bila Erdogan bijî. Wê demê dê êşê me fambike. Ligel tevahî êş û hêrsên ku em dijîn cardin dibêjin aştî. Ji ber êşa wendahiyan çiye em dizanin. Saddam jî Quran xistibû destê xwe. Lê dawiya zaliman li holê ye. Înşallah dawiyê Erdogan jî wek Saddam be. Bila şerxwaz bibin qurbanê aştîxwazan. Bila Erdogan bibe qurbanê Rêberê me. Divê her kes piştgirî bide vê kampanyayê."
(rc)