Mizgîn Tayhan: Viyan xwediyê seknek bihêz û heyîbet bû

11:47

JINHA

QAMIŞLO - Mizgîn Tayhan ya ku bi Viyan Soran re hevaltî kiriye jiyan û sekna wê wiha anî ziman: "Weke guleke nû bişkuvî bû. Ew pir ciwan bû hîna, dişibî bihareke şîn. Hevala Viyan bi vîna xwe li ser bingehê zanebûneke mezin biryara tevlîbûna tevgerê dabû. Xwediyê seknek bihêz û heybet bû."

Yek ji hevalên Viyan Soranê ên tekoşînê Mizgîn Tayhan di derbarê jiyan, hevaltî, sekin, hêvî û armancên wê de bersiv da pirsên ajansa me ya JINHA yê. Mizgîn got: "Viyan îspat kir jin ji vê yekê wêdetir e. Mîna aşiqan li xwezaya rengîn dinêrî. Bi xwazayê gelek kêfxweş bû. Xwaza bi hemû hestên dilê xwe hembêz dikir. Di got: 'Ji vê rojê û pêve ez ê dest bi jiyaneke nû ya pîroz bikim."

We kengî û çawa Viyan nasî?

Di sala 1997'an de dema Viyan nû tevlî tevgera azadiya jinê bû min dît. Weke guleke nû bişkuvî bû. Ew pir ciwan bû hîna, dişibî bihareke şîn. Hîna 16 salî bû. Wê demê Tevgera Azadiyê sala 97'an weke sala fînalê bi navkiribû. Gelek hevalên jin û xort ji Başûrê Kurdisanê tevlî nava refên tevgerê dibûn. Viyan jî yek ji wan bû. Tevî ku gelek zextên malbeta wê yên ji bo netevlîbûnê hebûn jî, bi tu awayî malbatê bandor li ser biryara wê ya tevlîbûnê nekir. Birayê wê ji bo wê vegerîne hate çiya. Du rojan li gel ma, lê hewldanên wî jî bê encam man. Hevala Viyan bi vîna xwe li ser bingehê zanebûneke mezin biryara tevlîbûna tevgerê dabû. Ew bi sekna kadroyên Partiyê yên li Silêmaniyê dixebitîn pir bandor bibû. Di got; 'Min soz daye şehîd û Serokatiya Partiyê, ez bi bîrdoziya vê partiyê bawerim, lewma kesek nikarê biryara min biguhere.' Birayê wê jê gelek bandor bû, lewma pêşniyar ji hevalan re kir ku hevala Viyan pê re biçe çarşiyê ji bo jê re hin tiştên pêwis bigire. Tê bîra min seatek jî jê re kigtibû.

Hun dikarin hinek qala jiyana Viyan ya li çiyayan bikin, hêvî û ramancên wê çî bûn?

Dema ku hate Qendîlê pir kêfxweş û bi kelecan bû ku malbatê nekariye bandorê li ser wê bike. Di got; 'Fikir û ramanca malbata min paşverûye. Li gel wan jin namûs e. Min ev yek guhert. Jin ne namûsa ti kesê ye.' Viyan îspat kir jin ji vê yekê wêdetir e. Mîna aşiqan li xwezaya rengîn dinêrî. Bi xwazayê gelek kêfxweş bû. Xwaza bi hemû hestên dilê xwe hembêz dikir. Di got: 'Ji vê rojê û pêve ez ê dest bi jiyaneke nû ya pîroz bikim. Çi karê bikeve ser milê min biçûk-mezin bê teredut pêkbînim.' Piştî çend rojan operasiyonên dijmin destpêkir. Tevî ku temenê wê biçûkbû û perwerde nedîtibû jî bi rihekî fedayî tevlî pêvajoyê bû. Di sala 98'an de em ji hevdu qutbûn, lê herdem min tevlîbûna wê dişopand.

Tevlîbûna wê gelek xurt bû, di hemû erkên partiyê dane ber wê de serketî bû. Di asta rêveberiyê de berpirsyariyên girîng hilda ser milê xwe. Sekna wê sekneke saxlem bû. Ji wê demê pêve şensê min çênebû ku ez cardin hevala Viyan bibînim. Ta ku di 2'ê Sibata 2006'an min bihîst ku ji bo bersiva Komployê bide û tecrîda li ser Rêber Apo bişkêne çalekî li darxist.

Dema ku we çalakiya Viyan bihîst bandorek çawan li we kir?

Şehadeta hevala Viyan weke her hevalê bandor li ser min jî kir. Bi rastî jî weke ku wê di nameya xwe de jî aniye ziman soza ku daye heta kêliya şehîdbû bi cih anî. Hevala Viyan xwediyê kesayeteke pir bi hêz bû, dizanîbû ji tunebûnê hebûnê biafirîne. Rêgezên partiyê û şehîdan di kesayeta xwe de da rûnişkandin. Ji xwe bi çalekiya xwe re jî ev yek îspat kir.

Şehîd Viyan û tevahî şehîdên me yên azadiyê bi qehremaniyên xwe dîrokeke nû ji bo me nivîsandin. Rihê şehîdan di giyana me de her dijî, ramanên wan di mêjiyê me de mezin dibe, bîranînên wan her weke dîmenekê li ber çavên me ne. Şehîdên me her dem di dilê me de dijîn. Em li ser rê, vîn û rêgezên wan yên bi rûmet dimeşin. Ew niha mêvanên Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Mezlûm Dogananin, Zekiye û Rehşananin.

Dawiyê gotinek we heye?

Em weke hevalên wan şehîdan îro erkên mezin dikevin ser milên me ku em daxwaz û hêviyên ku şehîdên me li pişt xwe hiştin pêkbînin. Bersiva herî mezin ji şehîdan re ew e ku em erkên xwe yên vê pêvajoya dîrokî bi cihbînin.

(je/en/zt)