Li Girêmîra rojnameger Ayşe Kara û Eren Sîverek jî di nav de 25 kes hatin binçav kirin

12:34

JINHA

MÊRDÎN - Di êrîşa polîsan a li Taxa Girêmîra ya Nisêbînê de xebatkarên Ozgur Gun TV'yê Ayşe Kara û Eren Sîverek jî di nav de 25 kes hatin binçavkirin.

Li Taxa Girêmîra ya Nisêbînê ku ji bo dorpêça li Cizîrê were rakirin çalakiya nobetê berdewam dike, hêzên dewletê êrîşî meşvanên Botanê kir û gelek kes hatin binçavkirin. Hêzên dewletê yên Girêmîra dorpêç kirin û bi bombeyên gazê êrîş kirin her wiha bi ser Mala Şînê ya taxê de jî girtin. Dî êrîşan de gelek kes birîndar bûn û xebatkarên Ozgur Gun TV'yê Ayşe Kara û Eren Sîverek jî di nav de 25 kes hatin binçavkirin.

Li Girêmîra di navbera gel û hêzên dewletê de pevçûn didome.

(zt)