Fermandara YPJ-Şengal Bêrîvan Arîn jiyana xwe ji dest da
12:44
JINHA
ŞENGAL - Fermandara YPJ-Şengal Dalya Girdo Nemir (Bêrîvan Arîn) di encama qezeyek de jiyana xwe ji dest da.
Bi daxuyaniyek hat diyar kirin ku Fermandara YPJ-Şengal Dalya Cirdo Nemir (Bêrîvan Arîn) di encama qezeyek de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Bêrîvan Arîn li 'Goristana Şehît Dilgeş û Şehît Berxwedan' merasîm hate li dar xistin. Di merasîmê de ligel malbata Bêrîvan Fermandarên YPJ-Şengal Raperîn Engîzek, Dersîm Şengal û gelek kes beşdarbibûn. Jinan cenaze ji biryargeha YPJ-Şengal wergirtin ser milê xwe û bi berzkirina dirûşmeyên "Şehît namirin", "Bijî Serok Apo" heya goristanê birin.
Raperîn Engîzek yê ku di merasîmê de axivî diyar kir ku ew soza bilindkirina têkoşînê û azadkirina Şengalê didin. Raperîn anî ziman ku ew bejna xwe li ber bîranîna kesên ku di oxira têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ditewîne û wiha domkir, "Îro em ji bo Keça Êzidî yê mêrxas oxir bikin em li hev civîne. Keça mêrxas di 3'ê Tebaxê de li hember êrîşê DAIŞ û hevkarên wan berxweda. Ji bo tola jinên ku hatin revandin û li pazarê hatin firotin, ji bo dayîk û zarokên hatine qetilkirin tevlî têkoşînê bû. Bi mezinkirina têkoşînê heya roja îro hat. Bêrîvan wê biba pêşenga jinên tê revandin, bi zorê tên zewcandin, tên qetilkirin û tên firotin. Lê bila çavê te vekirî nemîne Bêrîvan, em têkoşîna te dewir digrin. Heya dawî em ê têkoşîna te rêve bibin."
Piştî cenaze hat defin kirin dayîka Dalya Ayşan Îlyas ser goristanê got ew ê li şûna keça xwe tevlî têkoşînê bibe.
(rc)