Li taxa Girêmîra rojnameger jî di navê de 85 kes binçav kirin
13:11
Sibat
2
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Li taxa Girêmîra ya Nisêbînê ku meşvanên Botanê nobetê digirin li hemberî êrîşên hêzên dewletê berxwedana gel didome. Hejmara kesên hatin binçavkirin bû 85.
Li taxa Girêmîra ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê meşvanên Botanê ku ji bo şikandina dorpêça li dijî Cizîrê nobeta berxwedanê dane destpêkirin rastî êrîşa polîsan hatibû, êrîşa polîsan a li dijî gel berdewam dike. Li dijî êrîşan di serî de ciwan li ber xwe didin. Di êrîşên hêzên dewletê de xebatkarên Ozgur Gun TV Aşye Kara û Eren Sîverek jî di nav de 85 kes hatin binçavkirin.
(zt)