Jinên Amûdê ji bo Viyan Soran govend gerandin
14:14
JINHA
AMÛDÊ - Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Amudê ji bo 10. salvegera çalakiya Viyan Soran merasîma bîranînê pêk anîn. Jinan di dawiya merasîmê de ji bo Viyan govend gerand.
Yekîtiya Star li bajarê Amûdê li navenda Çand û Hunerê bi tevlîbûna dehan jin û hejmareke berbiçav hemwelatî bi boneya salvegera çalakiya Viyan Soran merasîma bîranînê li dar xistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgertin destpêkir. Paşê nameya Viyan Soran a ku beriya çalakiya xwe nivîsandibû hate xwendin.
Endama Rêvebera Yekîtiya Star Şervîn Cûdî axaftinek kir û di axaftina xwe de jiyana Viyan Soran wek pîvanê jiyana exlqî û rûmetê pênase kir. Şervîn got, "Em rih û çalakiya wê ji xwe re dikin mînak û em ê li ser şoba wê têkoşîna azadiya jinê bidomînin." Şervîn di dawiya axaftina xwe de got: "Şehîd Viyan bi çalekiya xwe planên komploya Navnetewî vala derxist, ji wan re got hûn tucar nikarên gel û Rêbertî ji hev cuda bikin."
Di dewiya merasîma bîranînê de jinan govend girtin û dane zanîn ji ber Viyan Soran pir ji govendê hez dikir ew ê jî ji bo wê vê govendê geş bikin. Jinan di dawiya merasîmê de durûşmeyên 'Jin, Jiyan, Azadî', 'Bê Serok Jiyan Nabe' û 'Şehîd Namirin' bilind kirin.
(rh-ns/en/rc)