Li Silêmaniyê merasîma bîranîna Viyan Soran

14:27

JINHA

SİLÊMANÎ - Fermandara YJA-STAR Leyla Walî Husên (Viyan Soran) li bajêrê Silêmaniyê bi merasîmek girseyî hat bîranîn.

Li Salona Tewar ya bajêrê Silêmaniyê Başurê Kurdistanê Fermandara YJA-STAR Leyla Walî Husên (Viyan Soran) bi merasîmek girseyî hat bîranîn. Di 10'emîn salvegera çalakiya xwe de Viyan li warê ji dayîkbûyî hat bîranîn. Merasîm bi rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane destpêkir. Despêkê ji aliyê malbatên şehîdan ve mum hatin pêxistin.

Gotara malbata şehîdan ji aliyê bavê Şehîd Polat Westa Îbrahîn ve hat xwandin. Westa ragihan ku bi germahiya agirê bedena Viyan ewê cemeda civaka deshilatdar bi helînîn û got: "Emê şopdarê wan bin û emê berî herkesî xwedî li vî welatî derkevin. Em piştgiriya berxwedana Bakur dikin."

Gotara tevgera azadî ji aliyê Hevseroka Tevgerê Şîlan Şakir ve hat xwandin. Şîlan daxwiya kirin ku yek ji armancên Viyan serxistina pergala demokratîk bû li Başur û got; "Peyama heval Viyan ji bo îro jî xwediyê watayek pir mezine."

Li ser navê Rojavayê Kurdistanê Xerîb Heso jî ragihandin ku bi pêşengiya jinan û tekoşerên wek Viyan şoreşa rojava serket.

Gotara rêxistina jinên azad (RJAK) ji aliyê Bano Helepçeyî ve hat xwendin. Bano gotin ku Viyan jiyan pêşenga xwirt kirina Tevgera azadiya jinan bu li Başurê Kurdistanê.

Li ser navê Tevgera Jinên Ciwanên Welatparêz Solav Newzad jî got: "Emê wek keçên ciwan bi bilind kirina tekoşînê bigêjin armanca Şehîd Viyan."

Dervey gotar û daxwiyaniyan helbest jî hatin xwandin.

Merasîm bi xwendina helbestan berdewam dike.

(şb/zt)