Li Hesekê ji bo Viyan Soran merasîma bîranînê

18:38

JINHA

HESEKÊ - Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Hesekê ji bo 10'emîn salvegera têkoşera Kurd Viyan Soran merasîma bîranînê li dar xist.

Merasîma bîranînê ji aliyê Yekîtiya Star ve li goristana Ş. Dijwar bi beşdarbûna enamên saziyên civaka sivîl û bi dehan jinên bajêr hate destpêkirin. Di merasîmê de ji bo şehîdên demokrasiyê deqeyekê rêz hate girtin. Piştre Endama Rêvebera Yekîtiya Star Jiyan Hesekê Viyan Soran bibîr anî û got: "Viyan bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da. Em îro Viyan û hemû tekoşerên jin bibîr tînin."

Endama Rêveberiya Yekîtiya Star Enûd Qeryo jî bal kişand ser jiyana Viyan Soran û têkoşîna wê ya di nava tevgera azadiyê de û got: "Tê zanîn ku jin li Başûrê Kurdistanê di bin zilm û desthilandariya zilam a dijwar de dijîn. Mafê wan hatiye xwarin. Viyan beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û ji bo azadiya jinan têkoşîneke bêhempa meşand. Ji bo fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan belav bike bê navber tekoşîn meşand. Viyan Soran ji bo azadiya gelê Kurd agir bi benena xwe xist. Hezkirina Viyan ji Rêbertî re pir bilid bû û di çalekî û nameyên li pey xwe hiştî de vê pir baş tîne ziman. Ev mînakek nîşan dide jina Kurd dikare ji bo azadiya Rêberê xwe çi bike."

Di dawiya merasîmê de jinan gul danîn ser gorên şehîdan û bi durûşmeyên 'Şehîd Namirin' dawî li çalekiya xwe anîn.

(gb-ee/zt)