Astengdarî li pêşiya vînê nabe asteng

09:00

Zîlan Serhed- Ferdos Emiê/JINHA

TIRBESPIYÊ - Jina bi navê Şêrîn Xelîl a astengdar li beramberî zehmetiyên jiyanê, jiyaneke nû hilbijart û bi afrîndina wêneyên jiyanê hestên xwe xêz kir.

Şêrîn Xalîl a 22 salî, ligel ku ji milê xwe ve astengdar e û kêmbûneke biyolojîk di laşê wê de heye jî têkoşîna xwe ya jiyan û afirandinê nedaye rawestandin. Şêrîn ji milê xwe ve astengdar be jî dikare wêneyan xêz bike. Bi rêya van wêneyan hewl dide hestên xwe bîne ziman.

Şêrîn nişteciha gundê Bîndîwêr a bajarê Tirbesiyê ye. 3 xwişk û birayeke wê heye. Şêrîn ji ber astengdarbûna xwe nekarî dibistana xwe bidomîne. Dayîka wê Nora Hecî dibêje "Keç min di xwendina xwe da zîrek bû û mamostiyên wê jê hezdikirin, lê piştî mezinbû, hevalên wê û civakê bi çaveke kêm li wê mêze kirin, vê jî hişt meyla Şêrîn bişke. Ruxmî astengdariya xwe jî bêçare nema û di jiyana xwe de pir tişt bi ser xist."

Nora Hecî da zanîn ku keça wê ji temenê biçûk ve dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Şêrîn ji rengan pir hez dikir. Piraniya wêneyên ku xêzkiriye jî derbarê zarok û jiyanê de ne."
Li ser bêdengiya Şêrîn dayîka wê wiha berdewam kir: "Keça min hîna di rojên zaroktiyê xwe de maye. Piştî mezin bû civakê ew qebûl nekir. Wê jî êdî nexwest mezin bibe û xwast her zarok bimîne. Me nekarî em pêwîstiyên Şêrîn ên madî jî pêk bînin. Lê tucarê keça min ev ji xwe re nekiriye asteng û bi tiştên heyî xwe pêşxist."

Nora Hecî di dawiya axaftina xwe de bang li Saziyên Jinan kir ku xwedî li kesên astengdar derkevin, wan biparêzin û cihên ku ew bikaribin tê de rehet bijîn werin avakirin.

(re/en/rc)