Ji lutkeyên Çiyayê Şengalê berxwedana piştevaniya Bakur

09:03

Delila Axin- Amara Tolhildan/JINHA

ŞENGAL - Ji bo piştevaniya berxwedana, Bakurê Kurdistanê Êzidiyan li lutkeyên Çiyayê Şengalê kon vegirtin. Ciwanên nobeta konê berxwedanê digirin gotin: "Emê nobeta xwe ya berxwedanê berdewam bikin. Em berxwedana Bakurê Kudistanê silav dikin."

Li Lutkeyên Çiyayê Şengalê ji bo piştevaniya berxwedana Cizîr, Sur û hemû Bakurê Kurdistanê kon nobetê hat vedan. Jinên ciwanên Şengalê di nobeta berxwedanê ya ji bo Bakur denin. Gelek welatiyan serdane kon kirin û piştgiriya xweya ji bo Bakur diyarkirin.

'Em ciwanê Singalê bi Bakur re nin'

Ji jinên ciwan ên di çalakiyê de Xezal Pîr diyar kir ku me ji bo berxwedaniya Bakûr ew di nobetê denin û wiha axivî: "Niha me kon ji bo berxwedana Bakûr vegirtiye. Emê nobeta xwe ya berxwedanê berdewam bikin. Em berxwedana Bakurê Kudistanê silav dikin. Em dibêjin emê bi gelê xweyê Bakur re bin. Em Erdogan şermazer dikin, ku vê zilmê li ser gelê bakur dike. Em wî, leşkerên wî û miroven ku bi wî re tevger dike şermazer dikin. Em ciwanê Singalê bi Bakur re nin. Bila tucar nebêjin em bi tenê ne. Em gelê Şengalê hemû piştavanê wanin. Em şifa xêrê ji birîndarên Cizîrê re dixwazin. Em Sehîdên bakur û hemû şehîdên şoraşê bibîr tînin."

'Berxwedana bakur berxwedana ronahiyê ye'

Mamosta Tîrêj Sengalî ya ku li dibistanên Çiyayê Şengalê perwerdê dide jî beşdarî çalakiyê nobeta kon bû û got: " Em, destpêkê berxwadana gelê bakur silav û pîroz dikim. Bila gelê me yê bakur bizanebin ew ne bitenêne. Em gelê Sengalê û ciwanên Singalê heya dilopa xwiyna xwe ya dawiyê bi wan ran in."

Tîrêj banga beşdariya berxwedanê kir û wiha domand: "Banga min ji ewe ku, hemû ciwanê Kurd li ku derêbin bila bibin, divê berê xwe bidin bakur û tevlî wê berxwedanê bibin û li berxwe bidin. Ez YPS û YPS Jin slav dikin û rexistina wan piroz dikim. Berxwedana bakur berxwedana ronahiyê ye. Berxwedana însaniteyê ye. Ez carekedin berxwedana Kakurê Kurdistanê silav dikim. Em gelê Sengalê bê dawî pistgiri didin berxwedana Bakurê Kurdistanê."

(zt)