Jinên di greva birçîbûnê de: Divê kes li hemberî komkujiyan bêdeng nemine
09:03
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Li her deverên Kurdîstanê ji bo ku piştgiriyê bidin berxwedana gelê kurd çalakiyên piştgiriyê li dar xistin. Li Colemêrgê Saziyan aşkere kirin ku berxwedana gelan dê qezenc bike.
Saziyên Colemêrgê 12 rojin greva birçîbûnê ya dorveger berdewam dikin. Gireva birçîbûnê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê ji bo balkişandina ser êrîş û dorpêçên ser Kurdistanê di 20 çileyê de li avahiya ÎHD'ê dest pê kirin. Her sazî 2 rojan girevê dewir digire. Greva birçîbûnê ji aliyê welatiyên Colemêrgê ve tê zîyaret kirin. Saziya Çand û Hûner a Feqiyê Teyran û Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) ê greva birçîbûnê dewr wergirtine.
Endama Kongreya Civakên Demokartîk (KCD) ê Fatma Acar diyar kir ku heya komkujî û dorpeçên ser Kurdistanê dawi dibin ewê bi pêşengiya jinan li hemberi terora dewletê berxwe bidin û wiha axivî; "Em bi hêza jinan li vir ketine greva birçbûnê ji bo dawîbûna komkujiyên ser Kurdistanê em ketine çalakiyê. Hikumet li hemberî berxwedana gel têk diçe ji bo wê serî li komkujiyan dide. Em vê helwesta hikumetê bi tundi şermezar dikin. Çalakiya me dê heya dawi berdewam bike."
'Berxwedana gelê kurd dê bibe pêşeroja gelan'
Endama Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Hatîce Îdem jî bal kişand ser helwesta hikumetê û bêdengiya gelan û wiha got: "Ev 12 rojin em bi pêşengiya ÎHD'ê di greva birçîbûnê dane. Em jî li ser navê KCD'ê li vir ketine greva birçîbûnê. Em niha li tirkiyê mêze dikin tevahiya Tirkiyê li hemberî komkujiyên ser Kurdîstanê diqewimin bêdengin. Gelo ew qey nafikirin ku komkujiyên niha li Kurdistanê diqwewimin roj dê were dê bi serê wan jî bê. Li Cizir, Sur, Nisêbîn û Silopiyê berxwedana gel neçariya hikumetê nîşanî me dide. Ji ber wê jî divê bila ez birindarên Cizîrê li aliyê hikumetê nayên derma kirin. Ji ber hikumet ji dizane hêza wan nikare vîna gel têk bibe. Berxwedana gelê kurd dê bibe pêşeroja gelan."
'Emê her tim di berxwedanê debin'
Xebatkara Çand û Hûner a Feqiyê Teyran Hulya Durgun ji dest nîşan kir ku tang û topên dewletê nikarin hêza gelê berxweder têk bibe û wiha domand; "Ji bo dawîbûna komkujiyan me dest bi gireva birçîbûnê kiriye. Divê gelê Tirkiyê li hemberî komkujiyan bêdeng nemine. Ji ber ku niha berxwedan û têkoşîn ji aliyên hêzên dewletê ve tê fetisandin. Dewlet û Hêzên navnetewî baş dizanin ku her tim vîna gelan qezenc kiriye. Em jin tu car li hemberî hişmendiya dagirker seri na tewinin. Em dê her tim di berxwedanê debin."
(zt)