'Ger birindar neyên derman kirin dê komkujiyek mezin çê bibe'

09:04

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê Hevserokên Şaxa Sendikaya Kedkarên Tendirûstvan (SKT) diyar kirin ku ger birindar neyên derman kirin dê komkujiyek mezin derbikeve holê.

Li Cizîrê hikumeta AKP'ê her roj li hemberî berxwedana gel têk diçe ji bo wê jî pir hovane êrîş dikin. Birîndarên 12 rojin di jêrzemîna avahiyekê de asê mayîn nahêle ambulans bikeve navçeyê û birindaran birgire. Li Colemêrgê Hevserokên Şaxa Sendikaya Kedkarên Tendirûstvan (SKT) di derbarê rewşa birîndarê Cizîrê de nirxandin kirin.

'Divê bi lez bihêlin ku tenduristvan bikevin navçeyê'

Hevseroka Şaxa Sendikaya Kedkarên Tenduristvan (SKT) Sibel Aysel Dînç bertek nîşanî helwesta hêzên dewletê yên nahêlin birîndar bên rakirin da û got ku hikumet nikare bi vî awayi mafê mirovan ê tenduristiyê asteng bike û wiha axivî; "Hikûmetê li Bakurê Kurdistanê qedexa derketina kolanan îlan kir. Ango ev tişt bi tena serê xwe mafê mirovan binpê dike. Bi vî awayi serlêdana komkujiyan kir. Niha li Cizîrê 23 birînda bi giranî birindarin û Hikûmet nahêle ku ambulans û tenduristvan bikevin navçeyê û birîndaran bigirin em kedkarên tendurîstiyê ne. Gava ku em mirovan derman dikin em tu car ciyewazîyê nakin, em nijadperestiyê nakin ji ber ku rizgarkirina jiyana mirovan û tenduristiya mirov tiştê herî pîroze. Em dixwazin hikumet destur bide hevalên me yên tenduristvan bikevin navçeyê bi lez birindaran derman bikin."

'Divê korîdara jiyanê bê vekirin'

Hevserokê Şaxa STK yê Musa Bor jî da zanîn ku ger hikumet nehêle birindar bên derman kirin komkujiyek mezin dê çê bibe û wiha got: "Divê hikumet bilez korîdora jiyanê veke ku birindar bên derman kirin. Ger wiha bidome jiyana welatiyên Cizîrê di talukêde ye. Divê bi lez jiyana mirovan bê parastin birindarên li Cizîrê bên derman kirin. Em bang li hikûmetê dikin ku bila wijdana xwe winda neke."

(zyd/zt)