Li Tirkiyê jin bi navê namûsê tên qetîlkirin
09:07
JINHA
WAN - Endama Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Muntaha Bîldîrîcî qetlîamên jinan ên ku li Tirkiyê û Kurdistanê pêk tên nirxand û diyar kir ku di nav civakê de jin wek namûsê tên pênase kirin û li ser vê yekê tên qetîlkirin.
Li Tirkiyê û Kurdistanê her roj jin ji ber hişmendiya bavîksalariyê tên qetîlkirin û hêjmara jinên ku tên qetîlkirin ji 300'ê zêdetir dibe. Bi destlilatdariya hikûmeta AKP'ê û şûn de li Kurdistanê bi dorpêk kirina hêzên dewleta tirk a li navçeyên Sur, Silopî, Cizîr,Nîsêbîn, qetilkirina jinan zêdetir bû. Rêvebera HDP' ê ya Wanê Îmran Kurt û Endama Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Muntaha Bîldîrîcî qetlîamên jinan ên ku li Tirkiyê û li Kurdistanê pêk tên nirxandin kirin û diyar kirin ku di nav civakê de jin wek namûsê tên pênase kirin û li ser vê yekê tên qetîlkirin.
'Zilam û dewlet hêza jinê ditirse'
Îmran anî ziman ku jin jî dîrokê heya niha her tim bindestê deshîlatdariyê ye û wiha axivî: "Zîlam her tim jinê bi gorî xwe bindest dibînin û mafên wan binpê dikin. Jin bi destê hişmendiya mêr tên qetîlkirin û qetlîama jinê wek ji rêzê tê ditîn. Dewlet bi xwe ji bo jinê heya niha tu zagon ne dayê amadekirin. Dewlet jî zilam jî ji hêza jinê ditîrse û lewra jinê bi qetlîaman bêdeng dike."
'Mêr dikujê dewlet diparêze'
Îmran di berdewamiya axaftina xwe de got ku dewlet heya niha li hemberî qetlîamên jinê bêdeng dimîne qetlîam zêde dibin û wiha pê de çû: "Ji ber dewlet pêştevaniya mêr dike, mêr hêza xwe ji dewletê distîne û kuştina jinê ji rêzê dibîne. Mêr dikuje dewlet diparêze. Dîvê dewlet kuştina ji rêzê nebîne û bikeve nav liv û tevgerê. Dewlet ji bo qetlîama jinê cezayên gelek giran bide destpêkirin, dê wê demê qetlîama jinê bê rawetandin." Îmran bilev kir ku divê hemû jin li hemberî komkujî û qetlîamên jinê li ber xwe bibin û bibin bersivek baş."
'Em ji aliyê kurên xwe vê tên qetîlkirin'
Muntaha Bîldîrîcî jî li ser qetlîamên jinê rawestiya û wiha got: "Hişmendiya mêr wiha aniyê serê jinê ku gelek jin ji aliyê kurên xwe tên qetîlkirin. Eger ku di welatekî de di nav salek de 302 jin hatibin qetîlkirin ev pirsgirêkek gelek mezin e û ev jî dide nîşandin ku di nav civakê de tu qedir û qîmeta jinê tune. Eger ku em li ola Îslamê û yên din jî binêrin hemû pêxember ji bo azadî û hevpariya jin û mêrê têkoşiyan e. Lê mixabin ku desthilatiya mêr tu carê destûr nedayê ku jin û mêr bibin yek. Hişmendiya desthîlatdarî her tim jinê tune dike û li ser bedena jinê xwe dide jiyandin."
'Em ê bi berxwedanê bi serbikevin'
Muntaha di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku mêr tu carî destûr nade ku jin bi ser bikevin û ji ber vê yekê qetîl dike û wiha bi dawî kir: "Mêr dixwaze bi qetlîaman jinê tune bike. Lê eger ku jin li hemberî zilma mêr li ber xwe bide û bibe yek dê wê demê mêr têk biçe û qetlîamên jinê bi dawî bibe"
(kom/ho/rc)