Bi hezaran jin li Amedê ji bo 'aştiyê' dê nobetê bigrin
09:55
JINHA
AMED - Kampanya ku Hewildana Jin ya ji bo Aştî (BÎKG) bi dirûşmeya "Em ne alîgirê mirinê alîgirê jiyanê ne! Em mafê heqîqet û aştiyê diparêzin" dabû despêkirin, di 6'ê Sibatê de dê derbasî Amedê bibe. Jinên ku ji bo mûzekerê û aştiyê dengê xwe bilind dikin, dê li Amedê ji aliyê Koordînasyona KJA'yê ve werin pêşwazî kirin.
BÎKG li hember dorpêç û êrîşên ser bajarê Kurdistanê bi dirûşma "Em ne alîgirê mirinê alîgirê jiyanê ne! Em mafê heqîqet û aştiyê diparêzin" kampanya ku dabûn despêkirin dê di 6'ê Sibatê de li Amedê bidome. Bi hezaran jin ji bo balê bikşînin ser êrîşên heber Cizîr û Sûr dê li Sûmerparkê nobeta jiyanê bigrin. Aktîvîstên KJA'yê ên ku amedekariya pêşwaziyê dikin, diyar kirin ku ew ê heya dawiyê nobetê gotûbêjên derbarê xwerêveberinê de pêk bînin.
'Em ê aştî biqîrin'
Endama Koordînasyona KJA'yê Zûbeyde Zûmrût diyar kir ku êrîşên ser Cizîr û Sûrê her kes dişopîne û medyayên navendî vê rewşê nade û wiha got, "Dorpêç û qedexeya ser Sûrê du heyv li pay xwe hêşt. Xwerêveberin dexwazê herî rewa û xwezayî yê gelê Kurde. Li hember dexwazên xwerêveberinê ewqas tundî û pêkanîna şîdetê ne rewşek bê pejrandine. Berxwedana Sûrê ketina rojeva Tirkiyê û ji bo piştgiriyê 1000 jin hatin ji bo me bi watedare. Tevî jinên ku ji bajarên Tirkiyê bên bi dirûşmeyê "Em ne alîgirê mirinê alîgirê jiyanê ne! Em mafê heqîqet û aştiyê diparêzin" em ê cardin aştî biqîrin. Tenê hêza jin dikare pêşî li vî şerî bigre."
'Berxwedan ne tenê ji bo heremeke'
Zûbeyde wiha dirêjî da gotina xwe, "Bi jinên ku ji bajarên Tirkiyê bên re em ê li ser xwerêvebirinê gotûbêjan bikin û sedema êrîşa dewletê a topyekûn yê li hember berxwedanê vebêjin. Xwerêveberin çiqas nêzî jinê ye em ê bi hevre bibînin. Berxwedana ku li Sûrê tê kirin ne tenê ji bo herêmek yê Kurdistanê ji bo tevahî gelê Tirkiyê û Kurdistanê ye." Zûbeyde bilêvkir ku jinên werin vir divê piştî çûyînê rewşê vir raghînin bajarên din.
Zûbeyde di dawiyê de banga tevlîbûna çalakiya nobeta ku wê di 6'ê Sibatê de saet 10.00'an de li Sûmerparka Amedê pêk were kir.
(rc)