Sûr bi temamî hat qedexekirin

09:57

JINHA

AMED - Navçeya Amed Sûr, ku ev 64 roj in derketina derve lê qedexe ye, bi temamî hat qedexekirin. Tevî 11 taxên derketina derve lê qedexe ye, li 4 taxên mayî jî derketina derve hat qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî qeymeqamtiya Tirk a li navçeya Sûrê, li taxên Camîî Kebîr, Camîî Nebî, Îskenderpaşa û Melîkahmetê, ji saet 00:00 ê 03.02.2016'an û pê ve heta fermaneke duyemîn derketina derve hatiye qedexekirin. Bi vî rengî li 15 taxên Sûrê derketina derve ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qedexekirin.

(rc)