Koma yekem a 'nobeta nûçe' derket rê
10:50
JINHA
STENBOL - Koma rojnamgerên ku ji bo piştgiriyê bidin rojnamegerên li Kurdistanê di bin guleyên hêzên dewletê de nûçeyan dişopînin tên û dê li Amedê "Nobeta nûçe" bigirin ji Stenbolê derket rê.
Koordînasyona Nobeta Nûçe ji bo piştgiriyê bidin rojnamgerên ku li Kurdistanê di bin guleyên hêzên dewletê de nûçeyan dişopînin tên û dê li Amedê "Nobeta nûçe" bidin destpêkirin ji Stenbolê derket rê. Di koma yekemîn de rojnamger Celal Başlangiç, Saîd Sefa, Ergun Babahan, Evrîm Kurdoglu, Tuncay Ogreten, Ayşe Yildirim û Ceren Sozerî dê saet di 15.00'an de li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û piştre jî li Salona Civînê ya Egîtîm Sen'ê civîn li dar bixin. Ji aliyê din tê plankirin ku biçin serdana nûçegihanê JINHA'yê Bêrîtan Canozer a ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ye.
(rc)