Gelo birîndarên li Cizîrê ên ku agahî jî wan nayê girtin hatine înfazkirin?

11:05

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê birîndarên ku li jêrzemîna avahiyekî de bûn ev 4 roj in agahî nayê girtin û fikara ku birîndar hatine înfazkirin heye. Di hesabên medyaya civakî yên aydî hêzên qatlîamker de îdiayên ku li dijî malê operasyon pêk hate cih digire.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 15 birîndarên ku ev 12 roj in di jêrzemîna avahiyekî de ne li benda alîkariyê ne. Ji 9 sivîlên ji xwe çûne û 7 cenazeyan ev 4 roj in ji ber ku tu agahî tuneye, gumana ku hatine înfazkirin zêde dike. Herî dawî parlamenterên HDP'ê beriya 4 rojan bi rayedarên Wezareta Karên hundir ve hevdîtin pêk anîbûn û birîndar bi agaha rayedaran dema ku dê derketibana derve rastî êrîşê hatibûn.

Beriya 3 rojan jî komek jin bi alên spî ve heta ber avahiyê çûbûn û ligel deng kiribûn jî bersivek negirtibûn. 10 jinên ku hewl dabûn bikevin avahiyê ji aliyê tîmên taybet ve hatibûn binçavkirin.

Ji bo ev pêkanînan nemirovê ku li ber çavên hemû cihanê tê jiyîn serî li DMME'yê hatibû dayîn û biryara tedbîrê hatibû xwestin lê ev yek hatibû redkirin. Çapemeniya AKP'ê jî ji vî hêz girtibû û nûçeyên menûplasyonê weşandibûn. Lê YPS'ê daxuyanî weşandibû û aşkera kiribû li herêma navborî hêzên wan ên çekdar tune ye.

Duh şevê jî li hin noqteyên navçeyê dengên çekan bilind bû. Cihên ku dengên çekan hat tam nehat zelalkirin, hêzên dewletê yên qatlîamker di hesabên medyaya civakî de bi hin parvekirinan re îdia kir ku li dijî kesên li avahiyê de ne operasyon hatiye lidarxistin.

(rc)