Dayîkên Aştî diçin Enqerê

14:53

JINHA

STENBOL - Ligel tehdîdên polîsên pêşiya Qesra Dolmabahçeyê jî endamên Dayîkên Aştî ên Stenbolê di 12. hefteyê de hatin ba hev û diyar kirin ku ew ê îşev biçin Enqerê û piştgirî bidin greva birçîbûnê yê ku parlementerên HDP'ê dane despêkirin.

Endamê Dayîkên Aştî yên Stenbolê bi armanca dawîkirina tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe yê 12. hefteyê li ber Qesra Dolmabahçeyê pêk anîn. Dayîkan panqerta "Dayîk dê rê nedin şer", "Maseyê ku li Dolmabahçe hatî xistin em dixwazin ji nûve avabibe. Em dayîkin, Kurdin, Tirkin, Lazin, Çerkezin, Erebin lê dayîkin."

Dayîkên ku dovîzên bi zimanê Tirkî, Kurdî û Îngilîzî yên "Ji Ocalan re azadî", "Ne şerê qesrê, aştiyê gel dê bi serbike", "Em ê hember komkujiyan bêdeng nebin", "Bila vê gavê ji nûde mûzekere pêk were", "Jin şer naxwezin" û "Aştî bila pêk were" hatin hildan. Polîsan di çalakiyê de gef li dayîkan xwer û gotin "Wan dovîzan rakin an em ê we tev bigrin binçavan."

Endamên Dayîkên Aştiyê ên ku guh nedan gefê polîsan û daxuyandin ku dê îşev biçin Enqerê û piştgirî bidin parlementerên HDP'ê ên di greva birçîbûnê de ne.

(rc)