Serokwezîr jî keremkir: Zayîn 'erkek yê walate!

15:24

JINHA

ENQERE - Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna serokên bajêr yê partiyê xwede axivî û got, "Ji bo me jinên ku zayîn dikin hem karek pîroz dikin hem jî erkek yê walat bi cih tînin." Jinan jî li ser medyayê civakî bertek nîşanî Serokwezîr dan û dirûşmeyên "Bedena me biryarê meye, tu biqerime" parvekirin.

Gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan yê ku dibêje divê jin 'herî kêm sê zarokan bîne dinê' Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî veguherand gelşa walat. Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna serokên bajêr yê partiyê xwede axivî û wiha got, "Ji bo me jinên ku zayîn dikin hem karek pîroz dikin hem jî erkek yê walat bi cih tînin. Xizmetê jinên ku zayînê dikin xizmetek yê walate. Me mafê wan yê xebatê naskir. Bila bi xêrbe. Jin êdî di nava dubendiya ka wê bibe bijîşk ango dayîk nejî. Eger bi taybet AK Partî biryar dabe, pêwîstî çibe dê bicih bîne. Ew dipeyvin AK Partî pêk tîne."

Bersivê jinan li hember Serokwezîr dereng nema. Jinên ku li ser medyayên civakî kampanya dane despêkirin, dirûşmeya "Bedena me biryarê meye, tu biqerime" parvekirin.

(rc)