Siyasetmedarên jin bi gelê Silopî re li hev civîn

15:29

JINHA

ŞIRNEX - Heyeta HDP, DBP û HDK'ê çû serdana gelê Sîlopiyê ku bi êrîşên hêzên dewletê ve rû bi rû man, bi gel re hatin cem hev.

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez, Endama Koordînasyona KJA'yê Sabahat tuncel, hevserokên DBP û HDP'ê yên Sîlopiyê li taxên ku rastî êrîşa hêzên dewletê hatin ziyaret kirin. Heyet ewil çû serdana malbata Taybet înan û mele Hesen Sanir ên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û ser saxî xwestin.

Heyet piştre jî çû taxên Nuh, Cûdî û Başakê û welatiyan re hevdîtin pêk anî. Heyetê pirsgirêkên gel guhdar kir û zirara ku hêzên dewletê daye gel di cih de lêkolîn kirin û dîtin. Di hevdîtinan de welatiyan bal kişandin li ser berxwedana xwerêveberiyê û diyar kirin ku ligel êrîşên hovane jî cih û warên xwe neterikandine.

(rc)