Helbestvana Kurd Hena: Stêrk jî dibin rêwî

09:00

Gulîstan Bekir - Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Hena Dawûd hem helbestvan hem jî tekane jina ku di rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîran a bajêr de erk girtiye, behsa xebatê xwe dike.

Hena Dawûd di sala 1983'an de li bajarê Hesekê ji dayîk dibe. Ji temenê xwe yê zaroktiyê ve dest bi nivîsandina pirtûkan dike. Pirtûka xwe yê herî dawî bi zimanê Erebî çap kiriye ku navaroka wê helbestên ser jina ye. Hena di heman demê de di rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîran li bajarê Hesekê jî cih digre.

'Dayik hêzê didin zarokên xwe'

Hena xwendina xwe ji seretayî heya amadehî li Hesekê û zaningehê li paytexta Suriyê Şamê beşa wêjeya Erebî xwendiye. Hena di derbarê nivîsandina helbestan de wiha dibêje: "Min ji temenê zaroktiyê dest bi nivîsandina helbestan kir. Ya ku alîkariya min kir ji bo ez binivîsim û pêşkevim dayika min bû. Dema min helbest dinivîsand, diya min radihişt pelên min û dibir gel mamosteyên ku di zimanê Erebî de pispor bûn, ji bo ku nivisandinên min sererast bikin. Ez wê demê di aliyê ziman de bi taybet zimanê erebî de xurt nebûm. Dayik hêz didin zarokên xwe û min di kesayeta dayika xwe de ev dît."

'Stêrk jî dibin rêwî'

Navê pirtûka dawî ya Hena 'Stêrk jî Dibin Rêwî' ye. Hena dibêje wê mijarên di helbestên xwe de vedibêje piranî derbarê jinê de ne û wiha pêde çû, "Min li ser hemû êşên jinê nivîsandiye, êşa ku jin dikşîne di nava civaka Rojhelata Navîn de min bi helbestên xwe vegotiye. Di vê pirtûkê de ez hestên xwe yên wek jin vedibêjim. Min pirtûka xwe di sala 2014'an de bi xwe çap kir. Di çarçoveyeke teng de min di nava dost û hevalên xwe de belav kir, lê piştre bala jinan kişand. Ji ber helbest bû eynika êşa wan bû."

'Mêrê di cewher de ne rewşenbîr!'

Hena di derbarê karê xwe yê din ango rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîran a li bajêr jî wiha got, "Karê min ê rêveberiyê di Yekîtiya Rewşenbîran de gelek zehmet e. Ji ber pir kar tê xwestin. Ev yek jî hêz jê re divê, lê ev hêz dide min jî ku ez çawa rêveberiya saziyeke çandî bikim. Endamên saziyê bi giştî zilam in. Ez tenê jinim di nav wan de."

Hena zehmetiyên di saziya Rewşenbîran de dikişîne jî bi bîranîneke xwe vedibêje, "Carekê hevalek mêr li vir ji min re got ku 'xwedê miletê ku jin wan birêve dibe pîroz neke!'. Wî dixwest bi vê peyvê di kesayeta min de jinê bişkîne, min kêm bike li pêşiya hevalên min. Lê hevalên min ev yek qebûl nekirin. Ez dizanim zilam karên fikrî, nivîskî û karê çandê jî tenê ayîdê xwe dibînin. Lewma rêveberiya min napejirin. Lê bersiva min ji vê nêzîkatiyê re ew bû ku ez karê xwe bêtir û baştir bikim. Min di vê demê de jî nîşan kir ev peyv peyveke paşketî û encama zihniyeta zilam e. Zilamê ku ev peyv got di xebatên rewşenbîriyê de bû lê di cewher de rewşenbîr nebû."

Hena di dawiya axaftina xwe de serkeftin ji jinan re xwest û bang li hemû jinên Kurd kir ku berxwedana xwe berdewam bikin binghên azadiyê bidest bixin.


(en/rc)