1.Konferansa Jinên Sûriyeya Demokratîk dê were li dar xistin
09:01
JINHA
QAMIŞLO - Endama Komîteya Amedekariya 1. Konferansa Jinên Sûriyeya Demokratîk Rojîn Remo di derbarê amadekariya konferansê de ji ajansa me JINHA re axivî.
Tê payîn di 5'ê vê mehê de li Rojavayê Kurdistanê 1. Koferansa Jinên Sûriyeya Demokratîk were lidarxistin. Di derbarê vê mijarê de Endama Komîteya Amedekariya 1. Konferansa Jinên Sûriyeya Demokratîk Rojîn Remo armanca lidarxistin konferansê ji me re vegot. Rojîn Remo da zanîn Konferans bi dirûşmeya 'Bi Jina Azad ve Ber bi Sûriyeya Demokratîk' dê were li dar xistin.
Di derbarê mebesta lidarxistina konferans jinên Sûriyeyê ya yekemîn de Rojîn Remo diyar kir: "Amadekariya Konferansê ber bi dawî ve tê. Ji dema şoreş li Rojava û Sûriyê dest pê kiriye jin bi ked, têkoşîn û rola xwe ya sereke, xwe gihandiye asta rêxistinkirinê û li her cihekê tevlî dibe. Di xebatên siyasî, diplomatîk, leşkerî û rêxistinî de beşdar dibe. Jin îro serkêşiya civaka demokratîk dike. Qeyrana Sûriyê ev demeke dirêje di nîqaşê de ye, ji bo çareserî ji Sûriyê re were pêşxistin, em wek jin dibêjin ger di çareseriya vê krîzê de nêrîn û vîna jinê tine be, pirsgirêk çareser nabe. Li ser vê bingehê me wek Dibistana Jin di Meclîsa Sûriyeya Demokatîk MSD'ê de bangewazî li hemû jinên li Sûriyê dikin ku em bicivin û em karibin îradeyeke hevbeş derxin holê. Mebest ji vê konferansê jî ew e ku jin bi şêwayekî rêxistinkirî di çareseriya pirsgirêkên Sûriyê de îradeya xwe derxîne holê. Ger nûnertî û îradeya me nebe dê çareserî jî çênebe. Wê çareseriya aştiyane ku pirsgirêk bi awayeke siyasî çareser bibe."
Rojîn di berdewamiya nirxandina xwe de got: "Em jin serkêşiya şoreşê dikin. Ji bo wê hedefa me ya esasî ji vê konferansê derxistina îradeyeke hevbeş a jinên Sûriyê ye. Niha amadekarî ber bi dawî ve diçin. Ji pêşwaziya mêvanan bigire heya projeyên ku di konferansê de werin pêşkêşkirin. Jixwe nêrînên kesên beşdar dibin girîng e. Em ê bigihîjin encameke çawa ev dê bi vîna jinê ya di konferansê de amade ne, derkeve holê."
'Dê ev sal bibe sala jinên Sûriyê'
Rojîn coş û kelecana lidarxistina 1. Konferansa jinên Sûriyeya Demokratîk îfade kir û got: "Em bi heyecan li benda lidarxistina konferansê ne. Di destpêka salê de bi vê xebatê re jî dê sal bibe sala jinê li Sûriyê. Em ji niha ve bangî hemû jinan dikin li vîna konferansê xwedî derkevin. Têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em deh qat ji ya heyî zêdetir xwedî li mafên xwe derkevin. Em bi israr in hemû civînên li derve çêdibin vîna jinê jî tê de were temsîlkirin."
Hikûmeta Başûr Rrê nade mêvanên konferansê
Rojîn da zanîn ku hin pirsgirêk li pêşiya wan heye û wiha domand: "Ev pirsgirêk encama siyaseta paşverû ne. Jin dema tê cem hev, dixwazin nêrîneke hevbeş derxin, lê hêzên desthilatdar destûr nadin. Niha gelek mêvanên me dê ji derve bihatana. Lê hikûmeta Başûr destûr nade mêvan derbas bibin. Ev siyaset li dijî vîna jinê, li dijî azadiya jinê û mirovahiyê ye. Jin dixwazin werin ba hev bi awayeke aştiyane ji bo pirsgirêka Sûriyê çareser bikin. Wê demê çima destûr nadin mêvanên me werin? Em vê qebûl nakin. Ev nêzîkatî naxwaze di Sûriyê de aştî pêk bê. Dixwazin temenê desthilatdariyê dirêj bikin."
Rojîn dîroka demdirêj a têkoşîna jinê bi bîr xist û got: "Me berê jî têkoşîneke xurt da meşandin û îro em gihîştine asta ku konferansekê li dar bixin ku tevahiya jinên Sûriyê bigire nav xwe. Ev ast ji sîstema desthilatdar re jî dibêje êdî polîtîkayên we dema wê derbas bûye, binketiye. Astengiyên heyî wê nikaribe pêşiya jinê bigire. Jin bi israr e. Her astengî û nêzîkatiya paşverû kîna me zêdetir dike. Em hîna bêtir ji bo azadiyê azwer dibin."
'Hemû pêkhateyên civakê tevlî bibin'
Rojîn di dawiya axaftina xwe de got: "Bila jin tev werin di konferansê de amade bibin, ji tevahiya gelên Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen, Ermenî û hemû beşên civakê bi reng û zimanê xwe werin vîneke hevbeş di bin navê jinên Sûriyê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê derxin holê. Divê em nûnertiya xwe bibînin. Ez ji niha ve ji konferansa jinan a Sûriyeya demokratîk re serketinê dixwazim."
(gb/en/rc)