'Şopa şer nikare jiyana min biherimîne'

09:02

Jînda Azad/ JINHA

TIL TEMIR -Tirkiye Hisên (30) dayîka 6 zarokane û hevjîna Silêman Dahir yê ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yê li ser bajarê Til Temirê de jiyana xwe ji dest daye ye. Tirkiye qala serpêhatî û têkoşîna jiyana xwe dike.

Tirkiya Hisên da diyarkirin ku ew di temenê 15 salî de zewiciye û duvre tevî hevjînê xwe diçin bajarê Himsê û li wir jiyana xwe domandine. Piştî êrîş û şerê ku li Suriyê hatî despêkirin ew neçar dimînin ji bajarê Himsê derên. Tirkiye da zanîn ku ew vedigerin ser axên xwe û li bajarê Til Temir yê Kantona Cizîrê bi cih dibin.Tirkiye kesereke kûr dikişîne û heyamên destpêkê ên li Rojava wiha tîne ziman: "Dema şer li Himis destpê kir û rewş nexweş bû, em vegeriyan Cizîrê. Me di zeviyan de kar dikir da ku em pê debara xwe bikin. Lê rewşa aborî baş nebû. Karê çandiniyê têra me nedikir. Lê me ticar nexwest em dev ji xaka xwe berdin. Ji bo parastina bajêr hevserê min tevlî hêzên Asayîşê bû."

Tirkiye bilêvkir ku hevjînê wê salek nava hêzên Asayîşê de maye û wiha domkir, "Di 23'ê Sibata sala 2015'an de DAÎŞ'ê bi tundî êrîşê Til Temir kir. Hevjînê min di çeperên li ser rêya Helebê de cih digirt. Di roja 24'ê Sibatê de çetên DAÎŞ'ê erebeyeke bombebarkirî li ser rêya Helebê teqandin û li wir hevjînê min şehîd ket. Wî tenê 9 rojan kurê xwe yê nû hatibû dinê dîtibû." Tirkiye wiha qala pêvajoya piştî şehadetê hevjînê xwe dike, "Piştî ew şehîd bû, jiyana min zehmetir bû. Ez dayika 6 zarokan im. Malbata hevserê min dixwestin ez dev ji zarokên xwe berdim û biçim mala bavê xwe. Lê min qebûl nekir ez dev ji zarokên xwe berdim. Hîna kurê min yê piçûk şîr vedixwar."

Tirkiya spasiya xwe li Saziya Malbatên Şehîdan dike û wiha dirêjî dide gotina xwe, "Wan ji min re xaniyek dîtin û alîkariya maddî didin min. Lê belê zehmetiyên jiyanê tev bidawî nebûne. Di mal de sotemenî tine ye û ji bo zarokan li ser agirê êzingan xwarin çêdike." Tirkiye di dawiya axaftinên xwe de wiha got, "Di civakê de wer li jinê dihate mêzandin ku bi tena serê xwe nikare bijî, nikare li zarokên xwe binêre, li vir şoreş pêkhat û di şoreşê de jin li pêş e. Me di encama şer de pir êş kişandin. Herî zêde jî jinê êş dît. Lê em ê nehêlin şopa şer jiyana me biherimîne. Lewma ez ji xwe re her dibêjim heta ku hêza min hebe ezê li ber xwe bidim û ez nahêlim ku îradeya min bê şikandin."

(en/rc)