Dewlet zarokê wê qetilkir û piştî 22 salan Taybet qetilkir - TAYBET

09:29
TAYBET" class="social-twitter">

Dîlan Karamanoglu-Aysel Işik/ JINHA

ŞIRNEX - Taybet Înan (57) yê ku Sîlopiya Şirnexê di 18'ê Kanûna 2015'an de ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin û 7 rojan cenazeyê wê li erdê ma, bûyerên ku di sala 1993'an de jiyan kirine rûyê komkujiyê vê rojê diyar dike. Taybet Înan di encama teqîna mayîna ku dewlet li çolê çandî de du zarokên xwe wenda dike û di sala 2015'an de jî ew li ber çavê zarokên xwe tê qetil kirin.

Li navçeyê Silopiya Şirnexê bi îlankirina 'qedexeya derketina kolanan' re gelek sivîl ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Qetilkirina Taybet Înan jî di dîroka bi xwîn yê dewletê de bi tîpên mezin hat nivîsandin. Taybet Înan a ku bi armanca vemirandina agirê malê derketibû kolanê li ber çavê zarokên xwe ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin. Taybet Înan yê ku ji salê 93'an de zilma dewletê dîtiye, di sala 93'an de di encama teqîna mayîna ku dewlet li çolê çandî de 7 zarokan jiyana xwe ji dest didin. Zarokên ku li ber çavê dayîkan hatin qetilkirin, ji nav zarokan Esmer(12) û Botan (4) zarokê Taybet Înanbûn. Zilma dewletê Taybet Înan di sala 93'an de jiyan kiribû, di 18'ê Kanûnê de 2015'an de li ber çavê zarokên xwe bi destê hêzên dewletê hat qetilkirin. Zarokên Taybet 7 roj li cenazeyê dayîkê xwe temaşe kirin, çawan ku Taybet di 93'an de li zarokê xwe dinêrî.

Hevjînê Taybet Înan Halît Înan jî di ji ber hovîtiya 93'an gilîkiribû sê sal hat girtin. Halîtê ku du zarokê wî ji aliyê dewletê ve hatî qetilkirin, piştî sê sal di girtîgehê de dimîne. Çandê dewletê yê pereyê xwînê dayîn pêk tê. Halît wiha dibêje, "Wê demê pereyek ku mirov nikare pê çêlek bistîne dirêjî min kirin. Taybet perçeyê laşê keç û kurê xwe li ser têlên elektrîkê berhevkirin."

Halît wiha qala bûyera qetilkirina herdû zarokê xwe kir, "Roja ku dewlet zarokên min qetilkiribûn ez çûbûm hevdîtina birayê xwe li Mêrdînê. Sibê dema vegerîm malê min ji Taybet pirsî ka zarok li kurin, ji min re got 'li derve dileyizin'. Ez jî derketim ku zarokan bigerim. Taybet jî tevî hevjîna birayê min derket li zarokan bigere. Taybet dîtiye li serê kolanê leşker kombûne û ew jî ber bi wê qelebalixê ve çûye. Ji leşkeran re dibêjin zarokên me diyar nakin, lê leşker berê çekê xwe didin Taybet. Wê navberê Taybet hewldide di nava leşkeran re bibore û bûyerê fêmbike, lê leşker dibin asteng. Leşkerek derket û bi Kurdî pirsiya ye hûn çi dixwazin? Taybet jî gotiye zarokên min wendabûne. Leşker dipirse ji nav wan yê ne sûnetkirî heye? Hevjîna birayê min jî dibêje belê zarokê min ne sûnetkiriye. Cardin leşker pirs ji Taybet kiriye û gotiye keça te pora wê dirêje? Ew jî gotiye erê. Wê navberê de mayîn diteqe û 5 zarok ji malbatê û du jî yên cîranan di navde jiyana xwe ji dest didin. Du zarokên min navdebû, Esmer û Botan. Porê Esmer bi têlên elektrîkê mabûn. Taybet hat malê û qîrkir. Me pirsî xêre çibûye, ji mera got zarokên me tev mirine."

'Min dilê keça xist destê xwe tevde perçebibû'

Halît wiha behsa girtina cenazeyan kir, "Dema em çûn em rastî cenazeyên perçe perçe hatin. Me perçeyê canê wan berhevkir û xist nava kîsek de. Min dilê keça xist destê xwe tevde perçebibû. Cenazeyê 7 zarokan bêy ku em bişûn me di yek goristanê de veşartin. Leşkerên ku hatin ser goristanê li min nêrîn û gotin 'PKK'ê vê yekê kir ne wisan?. Min jî got ne PKK'ê dewlet vê yekê kir. Duvre ji birayê min yê biçûk jî heman pirsê dikin, ew jî dibêje dewlet kiriye. Li ser vê yekê dewlet îşkence li birayê min dikin. Hem zarokê wî qetildikin hem jî îşkence li bav dikin."

'Zarokan birine emniyetê'

Halît got di şîna 7 zarokan de kesek hat û got ew dîtiye zarok birine emniyetê û wiha dirêjî da gotina xwe, "Piştî min bihîst zarok birine emniyetê ez jî rabûm û çûm malê kesek bi navê Abdullah. Ew jî wê demê cerdevantiyê dikir. Min gotê zarok birine emniyetê, ew jî got 'na PKK'ê bombe xistiye destê wan û bi ser leşkeran de şandine. PKK'ê ew kuştine.' Min jî got 'tev zarokin yê herî biçû 3 saliye û yê herî mezin jî 12 saliye. Çawan bombe bixin destê wan, bê rûmet' û duvre ji malê wî derketim. Piştre çûm emniyetê. Ên wir gotin bila serê te saxbe. Min rewşa zarokan pirsî ew jî got me dîtiba menê agahî daba we. Min şandin cihek din, duvre lêgerîn ser min kirin û xistin qatazemînê. Dengê telsizê dihat min digotin 'şîna wan hey berdin bila biçe'. Ez duvre hatim malê. Piştî 15 rojan ji xwe ji cardin hatin û min girtin. Sê kurê min jî di girtîgehê de girtîbûn. Hem zarokên min qetil kirin hem jî 3 sal min girtin."

Taybet: Ax Halît, neyê

Halît wiha pêde çû, "Dema ku qedexe hat dayîn min ji Taybet re got, 'zarokan bigre û biçe'. Lê Taybet vê yekê nepejrand û got 'Ez naçim, bi kedê xwe me warê xwe avakir, ez ê ti car axê xwe terk nekim. Ez bimrim jî ez ê li mala xwe bimrim.' Wê rojê min û Taybet bi hevre me taştê kir. Duvre ew derket, dîtiye ku mala me dişewite ji bo vemrandina agir xwestiye kolanê qut bike. Sekvan wê hedef girtine û gule reşandine. Birayê min hat û got 'Taybet buye hedefa guleyan'. Ez jî çûm min deng li Taybet kir, ew jî got 'ax Halît neyê'. Min jêre got 'ez ê benek bavêjim te tu pê destê xwe girêde. Dengê qirîna min çû birayê min Yusuf ew jî dema ku ji deriyê malê derket sekvanan ew qetil kirin. Min ben avêt ji Taybet re û got baş bigre, wê navberê sekvanan gule reşandin û ez jî ji destê xwe ve birîndar bûm. Ji ber gulereşandina zêde ez neçar mam vekşêm û vegerim malê. Ez li 155'an geriyam min got hevjîna min nava kolanê de maye û birayê min birîndare. Ji mera gotin bi alên spî derên û birîndarên xwe bigrin. Em derketin bi alên spî cardin, sê car me hewlda em derên lê gule bê navber direşandin ser me. Me kiribûn hedefên xwe." Halît wiha dawî li gotina xwe anî, "Dewlet ji me çi dixwaze. Divê xwedê wan efûneke. Em heya dilopa xwîna xwe yê dawî dev ji doza xwe bernadin."

'Ji ber bûyerên giran me şûkûr li salên borî kir'

Dayîka Halît Hezar Înan jî wiha bûyerên hatî jîn kir, "Sala 93'ê yan bi bombe zarokên me qetilkirin. Ew sal gelek xirab bû, lê belê ligel bûyerên van salan em şûkûr li wan salan dikin. Me perçeyê bedenê zarokên xwe li kolanan berhevkir, kure min Yusuf li ber derî hat qetilkirin. Eger ambulans gihêştiba dê jiyan kiribana. Di salên 90'an de dewlet gel li ser rê digrit û dixist wesayîtê û dibir. Dûvre agahî ji wan kesan qut dibû. Dewlet em bê çare kirin. Destûr nedan ez cenazeyê kurê xwe jî veşêrim."

'Berê Tirk Ermeniyan qetildikirin, niha jî Kurdan qetil dikin'

Bavê Halît Hussam Înan jî wiha got, "Di salên 90'an de jî dewlet wiha êrîş nekiribû. Niha êrîşê Cizîr, Silopî û Surê dikin. Ev dem dema fermana li ser Kurdane. Berê Tirk Ermeniyan qetildikirin, niha jî Kurdan qetil dikin. Hikûmet ji leşkeran re dibêjin Kurd ne Mislimanin, dema ku leşker dikevin mala û Quranê dibînin matmayî dimînin. Diwarê malan tev anîn xarê. Kurê min û bûka min qetilkirin."

(rc)