Li Geliyê Zîlan bi keda jinan jiyana xwezayî

10:28

Vîldan Atmaca / JINHA

WAN - Jinên Erdîşê gihayên ku li zozanên Geliyê Zîlan berhevdikin, hem cih xwe ser dezgehê digre hem jî sifrê. Şevket Taş yê ku li Erdîşê bi salane esnafî dike, bal kişand ser girîgiya kedê jinan û got, di nava civakê de yê ku esnafî ser piyan digre cardin hêza jinane.

Jinên ku çanda civaka xwezayî didomînin, di roja me yê îro de jî hem bi gihayên ku berhev dikin debara xwe yê zivistanê pêk tînin hem jî li hember binpêkirina kedê têdikoşin. Jinên ku li zozana Geliyê Zîlan a navçeyê Erdîşa Wanê di şert û mercên giran de alternatîfa xwe yê debara zivistanê pek tînin. Gihayên ku ji çiya û zozanan tên berhevkirin, di rojên sar de ser sifrê û dikanan de cihê xwe digre. Gihayên ku bi kedên mezin yê jinan tên berhevkirin û hişkirin, ji aliyê gelê herêmê ve eleqeyek mezin tê nîşandan.

'Yê ku civak ser piyan digre jin û keda wê ye'

Şevket Tayş yê ku li Erdîşê bi salaye esnafî dike diyar kir ku gelên herêmê sê mehan ji bo amedekariya zivsitana herêma Serhatê diçin zozanên Geliye Zîlan. Şevket da zanîn ku di jiyana zozanan de jin amedekariya zivistanê dike û wiha got, "Bi amedekariya jinan yê zivistanê re hem em xwarina xwe yê zivistanê pêşwazî dikin hem jî em dikanê xwe birêve dibin. Yê ku civak ser piyan digre jin û keda wê ye. Beramberî kedê jinan nîne. Yê ku esnafa ser piyan digre hêza jinane."

'Ti muçe bergîdana keda jinê nagre'

Şevket diyar kir ku jin bi kedên mezin pincar, sipîdan, heliz, geşk û bi çêkirina rûnê nivîşk gelek xwarinê herêmê pê tê çêkirin û got ew bi muçeyên cuda ji gelê gun dikire. Şevket da zanîn ku ti muçe bergîdana keda jinê nagre û wiha dirêjî da gotina xwe, "Gihayên ku min qala wê kir berhevkirin û hişk kirina wê gelek zehmete. Ji bo xwarinek giha berhevkirin zehmete. Di nava heftiyek de ji bo xwarinek ango du dikarin giha berhevbikin. Xwarina keledoş li herêma Serhetê navdare û gelek tê heskirin. Jin bi taybet ji bo keledoşî pincar berhev dkin. Keledoş gelek cûreyê wê hene û bi kedên mezin tê çêkirin."

(rc)