'Em jinên li pişt xendekan berxwedidin silav dikin'
11:17
Sarya Gozuoglu/ JINHA
STENBOL - Jinên ciwan banga rêxistinbûnê li hember êrîşên ser vîna xwereveberinê li Kurdistanê kir û gotin, "Pêvajoya li Kurdistanê ber bi şoreşê ve diçe û ev şoreş şoreşa jinê ye. Ji bo ev şoreş bê mezinkirin û li tevahî qadan bê belav kirin, pêwîstî hebe em tev tencere û tava bigrin destê xwe û bi ser dijmin ve biçin. Em jinên ku li pişt xendekan berxwedidin silav dikin."
Hikûmeta AKP'ê yê ku li hember vîna xwerêveberina gelê Kurdistanê şer daye despêkirin, bi top, tang û çekên giran êrîşên xwe didomîne. Jinên ciwan bang li her kesî kirin ku hember komkujiya Kurdistanê berê xwe bidin berxwedanê û gotin êrîş tenê bi rêxistinbûnê wê têk biçe. Ji jinên ciwan Senan Bagî bal kişand ku dewlet tevî hemû hêzê xwe êrîşê berxwedanvanên Kurdistanê dike û wiha got, "Êrîş rastî bersiva xwe parastinê tê. Dewleta ku armanc dike gel ji holê rake rastî vîna berxwedana gel tê. Berî niha li gelek welatan mînakên vê yekê hat jîn."
'Ev şoreş veguheriya şoreşa jinê'
Senan diyar kir ku ew jî bawer dikin ku parastina cewherî rewaye û wiha domkir, "Dîyalektîka xwezayê wiha ye. Bukaleman jî li hember êrîşên ku pêk werin bi reng guhertinê xwe diparêze. Parastina cewherî ewqas zelale û perçeyek yê xweyê ye. Lê dewlet dixwazê vê yekê şaş bide nîşandan. Gel parastina hebûnê dike." Senan da zanîn ku YPS-Jin li Kurdistanê berxwedidin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Jin li çeperan parastinê dikin û xwedî li têkoşînê dertên. Ji ber ku jin li hember kevneşopiya pergalê dertê. Pergal dixwaze jin li gorî hestên xwe yê ezezî xwedî bike û bê deng bigre. Pergal bi riyê medya û şêwayên cuda vê yekê avabike. Jin hebûna vê pergalê ret dike. Min vê rastiyê li Amed, Qoser û Wanê dît. Jin êdî jiyana berê napejrînin. Ji ber vê şoreşa li Kurdistanê pêk tê veguheriya ye şoreşa jinê. Ji bo ev şoreş bê mezinkirin û li tevahî qadan bê belav kirin, pêwîstî hebe em tev tencere û tava bigrin destê xwe û bi ser dijmin de biçin. Divê em vê têkoşînê, şoreşê xwedî derên."
'Gel xendek bi xendek li ber xwe dide'
Gîzem Kiliç anî ziman ku gelê Kurd û tevahî gele bindest ji komkujiyan ne biyanîne û wiha pêde çû, "Ji ber me di komkujiya Pîrsûsê de ên ku alîgirî didin qesrê bi zelalî dît. Têkoşîna azadiyê yê ku li Kobanê pêk hatiye û bi azadkirina Kobanê re şoreşa ku li Kobanê didome heye. Ên ku li Rojava hatin qetilkirin cardin embûn, Kurd û Ereb bûn. Di gel de li hember êrîşên desthilatdarê şikandin pêk hat ji ber vê her kes berê xwe dide şoreşê. Li Kobanê şoreş dîtin niha jî dixwazin li Tirkiyê vê şoreşê pêk bînin." Gîzem destnîşan kir ku komkujiyên ku li Tirkiyê pêk tê tev girêdayî hevin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Îro li Kurdistanê xanî bi ser serê gel de tê xwarê. Ev gel bi salane ji dewletê zilmê dibîne. Berxwedana gel ji dîrokê ve didome. Çanda berxwedanê têkoşîna Kurdan bi hêztir kiriye. Zarokên ku di nav şert û mercên şer û komkujiyan de mezinbûne vê berxwedanê didomînin. Gel xendek bi xendek li ber xwe dide. Em wek jinên sosyalîst têkoşîna gel silav dikin. Li Rojava jin bi berxwedanê re xwedî li zarok û malê xwe derket. Ligel ku 28 kes bodrumê de tên girtin jin dev ji axê xwe bernadin û têkoşîna xwe xwedî dertên."
'Berpirsyar Erdogane'
Ebru Baran jî wiha got, "Berpirsyarê polîtîkayên komkujî û qetilamê dewlet û Erdogane. Ji bo berjiwandî û projeyên xwe gelekî tine dike. Bi şerê ku pêk tê mafê mirovan tê binpêkirin. Divê berdêlê vê hebin ji ber gel bi vê yekê bawere dibêje aştî û aştî. Ji dîrokê ve jin her têkoşiyaye. Çiqas êş bikêşin jî serê xwe natewînin. Rola jinan yê li hember şer û komkujiyan diyare. Bi têkoşîna jinan aştî dê pêk were."
(rc)