Ji birîndaran 5 rojin agahî nayê girtin
11:44
JINHA
ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê birîndarên ku ev 13 roj in di jêrzemîna avahiyekî de li benda alîkariyê ne 5 roj in jî agahî nayê wergirtin. Her saetên ku ji birîndaran agahî nayê girtin pirs û gumana "gelo birîndar hatin înfazkirin" zêdetir dike. Hewldanên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û tenduristvanên dildar jî berdewam dike. Parlamenterê HDP'ê Feysal diyar kir ku di saetên nîvro ew ê careke din ambulansan bişînin cihê ku birîndar li wir in.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 15 birîndarên li taxa Cûdiyê ev 13 roj in di bin jêrzemîna avahiyekî de li benda alîkariyê ne. Ji birîndaran ev 5 roj in jî bi tu awayî agahî nayê wergirtin. Her saetên ku derbas dibe jî fikara dibe ku birîndar hatibin înfazkirin zêdetir dike.
Parlamenterên HDP'ê di nava 5 rojan de bi rayedarên Wezareta Karên Hundir re hevdîtin pêk anîn, bi agahiya rayedaran dema ku birîndar dê ji avahiyê derketana avahî ji aliyê hêzên dewletê ve hate bombebarankirin. Li avahiyê ev 8 roj in jî av û madeyên jiyanî yên bingehîn tuneye. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ji bo xwe bigihînin birîndaran duh hate Mêrdînê, bang li hikûmetê kiribû ku korîdora mirovî bê vekirin û xwestibû bi kedkarên tenduristiyê re biçin birîndaran werbigirin. Piştî daxuyaniyê hevdîtina Selahattîn û heyetê bi wezaretê re ji bo çûyîna Cizîrê berdewam dike.
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz ê têkîldarî rewşa dawî agahî da ajansa me diyar kir ku herêma ku avahî lê ye îro jî dem bi dem denge teqînan tê. Feysal destnîşan kir ku hevdîtinên parlamenterên HDP'ê li Enqereyê berdewam dike, di saetên nîvro de ambulansên Şaredariya Cizîrê û kedkarên dildar ên ku ji Şirnexê dê bên ve bişînin herêma ku avahî lê ye. Feysal ev tişt anî ziman: "Ji roja yekem heta niha em ekîbên tenduristiyê, ambulansan dişînin cihê ku mal li wir e lê tên astengkirin. Mîzansenên qirêj derdixin, pevçûnên sunî nîşan didin. Vê bi aşkera dikin. Wekî ku henekên xwe dikin. Pirsa 'hûn hê jî difikirin ku wan ji wir sax derxînin' li ekîbên tenduristiyê dikin."
(rc)