Ambulans careke din ji bo bîrdaran derket rê

12:21

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê birîndarên ku ev 13 roj in di jêrzemîna avahiyekî de asê mane û 5 roj in jî agahî ji wan nayê girtin ji bo ku ji avahiyê bên wergirtin ambulansa Şaredariya Şirneşê û 4 tenduristvanên dildar hatin Cizîrê û Dortyolê disekinin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê birîndarên ku ev 13 roj in di jêrzemîna avahiyekî de asê mane û 5 roj in jî agahî ji wan nayê girtin ji bo ku ji avahiyê bên wergirtin ambulansa Şaredariya Şirneşê û 4 tenduristvanên dildar hatin Cizîrê. Ambulans û tenduristvan li Dortyolê disekinin. Tenduristvan dê li gorî encama hevdîtinan tevbigerin.

Berê jî hem ambulansên Şaredariya Cizîrê hem jî yên Şaredariya Şirnexê gelek caran ji bo wergritina birîndaran hewl dabûn biçin taxê lê her carê ji aliyê hêzên dewletê ve bi hinceta "pevçûn heye" hatibin astengkirin.

(rc)