Zarokê ku li Edenê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
12:35
JINHA
EDENE - Zarokê bi navê Mahmut Çakir ê ku di 31'ê Çileyê de di çalakiyên protestokirina dorpêç û êrîşên li Kurdistanê de bi guleya polîsan giran birîndar bûyî, jiyana xwe ji dest da.
Li Edenê, gel ji bo dorpêç û êrîşên li bajarên Kurdistanê protesto bike di 31'ê Çileyê de gelek taxan çalakî li dar xisti bû û polîs bi çek, bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kiribû. Li Taxa Barbarosê jî zarokê bi navê Mahmut Çakir (16) di êrîşa polîsan de ji serê xwe giran birîndar bibû. Mahmut ê ku rakirin nexweşxanê di 1'ê Sibatê de mirina wî ya mêjiyê pêk hatibû. Hate ragihandin ku Mahmut di saetên sibehê de jiyana xwe ji dest daye.
Cenazê Mahmut rakirin morga nexweşxanê û gelek polîs jî sewqî nexweşxanê hate kirin.
(rc)