Nobedarên Girêmîra: Heya em birîndaran negrin em bi cihek ve naçin

13:04

JINHA

MÊRDÎN - Jinên ku li Taxa Girêmîra nobet dane destpêkirin bang li tevahî jinên cîhanê kirin û gotin, "Me zarokê xwe ji bo ku ser axê xwe bijîn anî dinê. Heya em birîndarên xwe negrin em ê bi cihek din ve neçin."

Nobeta meşvanên Botanê ku ji bo şikandina dorpêça li Cizîrê ser banga DBP'ê li taxa Girêmîra ya Nisêbînê dane destpêkirin ev 14 roj in nobeta xwe didomînin. Nobeta berxwedanê ê ku bi pêşengiya jinên ji Tirkiyê û Kurdistanê hatine rêvediçe bang li tevahî jinên cîhanê kirin.

'Em cardin dibêjin aştî'

Ayşe Bayna ya ku ji Edenê tevlî nobeta berxwedanê bûye got, "Ji bo aştî em li virin. Înşallah em ê biçin Cizîrê Botanê. Ji bo em cenaze û birîndarên xwe yê Cizîrê werbigrin em diçin. Em tenê dibêjin aştî. Em li ser ax û gundê xwe şer naxwazin. Ewqas me dikûjin em cardin dibêjin aştî."

'Em dixwazin birîndaran radestî malbatan bikin'

Gulê Alagaş a ku ew jî ji Edenê hatî wiha got, "Ez bang li tevahî jinan û gelê Tirkiyê dikim. Werin vir da ku em birîndarên li Cizîrê werbigrin. Komkujî didome. Hebûna birîndaran wîjdanên me napejrîne. Em dixwazin birîndaran bigrin û radestî malbatên wan bikin. Bila aştî pêk were da ku her kes ser axê xwe bijî. Me zarokê xwe ji bo ku ser axê xwe bijîn anî dinê. Zarokên me jiyanê mene, ew nebin em nikarin bi aramî bijîn. Em şer rawestînin. Heya em birîndaran negrin em bi cihek ve naçin."

'Bila cîhan dengê me bibihîse'

Muhsîne Taşan yê ku ji Hatayê tevlî berxwedanê bûye wiha got, "Li vir berxwedana aştiyê heye. Ciwanên me ên ku di bodrumê de hatine dorpêçkirin heye, ji bo xwedî li wan derên û cîhan dengê me bibihîse em li virin. Li vir ne şer qirkirin heye. Bi taybet Kurdan hedef girtine. Em jî di berxwedanê de ne. Ez ji vir bang li gelê tirkiyê dikim; eger îro li vir qirkirin hebe tê wateyê ku garantî nayê dayîn sibê li cihê hûn dijîn pêk neyê. Têkoşîna mirovahî li vir heye. Bila her kes wîjdana xwe lêpirsîn bike. Her kes divê ji bo pêşeroja xwe deng bide berxwedanê."

'Em mirovan bi zindî veneşêrin'

Fatma Gûreş yê ku ew jî ji Hatayê hatî wiha got, "Mirovên ku 25 rojan di şerê Cizîrê de têkoşîna jiyanê didin ev 5 rojin agahî ji wan nayê girtin. Em nizanin ka dijîn an na. Di sedsala 21. de hovîtiyek wiha mirovan dide şermê. Li hember qirkirina ser Kurdan bê deng mayîn tê wateyê sucê mirovahiyê. Ji bo em nebin hevkarê vê sucê em ketin rê û hatin. Divê tevahî mirovahî deng bide vê bangaweziyê. Em mirovan bi zindî veneşêrin."

'Heya ku berxwedan bi encam dibe em virin'

Ayfer Bîrlîkler yê ku ji Agirî hatî jî wiha got, "Heya ku berxwedan bi encam dibe em virin. Ji bo dawî li vê komkujiyê bê divê em deng bidin berxwedanê. Divê em bi serbilindî xwedî li berxwedanê derên." Hanim Yildirim jî got, "Ên ku tên jîn şere. Heya em xwe dighînin birîndaran em ê li virbin. Em ji bo wekhevî û aştiyê li virin. Ji bo zarokê dayîkan nemirin em li virin."

(rc)