Ji bo bîrîndaran derman bikin berê xwe dan Cizîrê
15:22
JINHA
MÊRDÎN – Komek nû ya ji tendûristvanên dildar ên ji Riha û Stenbolê pêk dihat ji bo biçin Cizîrê mudaxeleyî rewşa birîndaran bikin û birînên wan bipêçên berê xwe dan Cizîrê.
Komek nû ya karkerên tendurîsitvanên dildar ji bo biçin Cizîrê mûdaxeleyî birîndaran bikin, ji Riha û Stenbolê hatin Nisêbînê û berê xwe dan Cizîrê. Tenduristvan li ser riya Îpekê li hev kom bûn û daxuyaniya çapemeniyê dan. Li ser navê koma tenduristiyê Serokê Şaxa SES’ê ya Anadolu a Stenbolê Erdal Guzel daxuyanî da û diyar kir ku ji bo ew li Cizîrê mudaxeleyî rewşa birîndaran bikin û li wir ji birînên birîndaran re bibin derman diçin Cizîrê û got ku kesên li Cizîrê kî dibe bila bibe ew neçarin birîndaran tedawî bikin. Erdal destnîşan kir ku armanca wan ew e li Cizîrê kesên jiyana xwe ji dest nedene û ew bi awayekî lezgînî bigîhîjin birîndaran. Erdal anî ziman ku ew di şûna şer de aşîtiyê dixwazin û banga lezgîni li tevahiya kedkarên tenduristiyê û raya giştî kir ku li hember qetliyaman bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.
Piştî koma tenduristvanan daxuyaniya çapemeniyê da ber bi Cizîrê ve ketin rê.
(zd-bg/rc)