Akademiya Mezopotamya bi daxuyaniyek êrîşê hember gelê Kurd şermezar kir
15:33
JINHA
QAMIŞLO - Akademiya zanistên Civakî ya Mezopotamya bi daxuyaniyeke çapemeniyê berxwedana Bakûr silav kir.
Li meydana Ş. Rubar a bajêrê Qamişlo şagird û mamosteyên Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamya daxuyaniyeke çapemeniyê dan û polîtîkayên dewleta Tirkiyê li beramberî gelê Kurd yê li Bakûr şermezar kirin. Faruq Osman li ser navê endamên Akademiyê daxuyanî xwend. Di daxuyaniya akademiyê de wiha hat gotin: " Îro bûyerên li bakurê Kurdistanê diqewimin bêexlaqiya herî mezin derheqê gele Kurd e. Desthalatî vê sedsalê li Rojhlata Navîn hemû hêza xwe li dijî civak û gelan derdixe. Li navçeyên Silopî, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Amed û taxên ku îro li ber xwe didin û bi xweseriya demokratîk xwe rêxistin dikin; gava herî pîroz ji bo sekina li hember vê kuştin û desthlatdariya bê sînor ya hukûmeta AKP'ye."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em wekî Akademiya Zanistên Civakî Ya Mezopotamiya hemû rengên zilma li ser gele Bakûr bi tundî şermezar dikin, îro dilê Mezopotamya û Rojhlata Navîn di bin wehşetekî mezin de ye; hewl didin gelê Kurd ber tunebûnê û bê îrade bûnê ve dibin û dixwazin teslîm bibe, lê Kurdistan û gelê Kurd li hember vê sere xwe natewîne, berxwedaniya xwe bilindtir dike, hêzên parastin û saziyên xweseriyê avadike. Em piştgirî didin û em li pişta hemû gelên dibin zilma AKP'de ne. Bila her zanîngeh û akademiyên cîhanê li bakûrê Kurdistanê xwedî derkevin, çavên xwe ji kuştina hebûna Kurd negirin. Ji Rojava ji ber sînorê ku hatiye danîn di navbera bira û xwişkên hev de."
Di dawiya daxuyaniyê de endamên akademiyê durûşmeyên 'Bijî Gelê Bakurê Kurdistan', 'Bijî Berxwedana Jin û Ciwanên Qehreman' û 'Bijî Îrada Berxwedêr' berz kirin.
(en/rc)