Girtiyên PAJK'î: Sekna Viyanan, vîna vejînê ye
15:45
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ji doza PAJK'ê bi daxuyaniyek bi taybet bal hat kişandin ser berxwedana li qadên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê û hat ragihandin, ku hikûmeta AKP'ê bi hêzên şerê taybet re li dijî beyana vîna gel şer îlan kiriye.
Girtiyên ji doza PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tên ragirtin, ji bo bîranîna Endama Meclîsa PKK û YJA Starê Viyan Caf (Soran) -Leyla Walî Huseyîn- a di 2'ê Sibata 2006'an de li Heftanînê ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyek pêk anî û jiyana xwe ji dest da, di salvegera 10. de bi rêya parêzeran daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, meha Sibatê ji bo Kurdan meheke reş e û hat gotin, "Rêber Apo di meha Sibatê de bi komployeke navneteweyî re dîl hat girtin. Lewma meha Sibatê ji bo me meheke reş û lenetbûyî ye. Meheke ku hem me diêşîne hem jî em li xwe dipirsin e. Hevala Viyan ji kûrahî ve jiyana civakê dijiya. Têkiliya hevala Viyan bi jiyanê re gelekî xurt bû. Li wateya jiyanê digeriya. Êş û xemgînî, kelecan û coş di kûrahiya dilê xwe de hîs dikir, dijiya. Li rê û rêbazan digeriya ji bo komploya navneteweyî pûç bike. Di destpêkê de hewl dida di kesayetiya xwe de komployê pûç bike û bersiveke dîrokî bide. Ala têkoşîna jina azad ji Bêrîtanan, Semayan û Zîlanan wergirt. Mîna teyrê simîr, xwest rêya jina azad bi vîneke bê westan bijî, bide jiyîn. Xwest bi ronahiya agir re perdeya li ser dil û mejiyê me biqetîne û rêya têkoşînê ronî bike."
Di daxuyaniyê de bi taybetî bal hat kişandin ser berxwedana li qadên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê û hat ragihandin, ku hikûmeta AKP'ê bi hêzên şerê taybet re li dijî beyana vîna gel şer îlan kiriye. Girtiyan dan zanîn, ku hêzên faşîst li pêş çavên tevahiya cîhanê gelê Kurd qetil dikin û gotin, "Li hemberî vê wehşeta dewlet-desthilatdariyê, Kurd di nava têkoşîneke bêeman de ne. Sekna Viyanan vîna vejînê ye. Israra di jiyana azad de ye. Tarîtiya dixwazin li ser welatê me binixumînin, bi agirê azadiyê re ronî dibe. Weke girtiyên PAJK'î di şexsê Viyan Soran de em hemû lehengên azadiyê bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê di rêya wan de bimeşin. Em vê bangê jî dixwazin bikin: Her jin û ciwanên ji azadî û mirovahiyê hez dikin, divê li ber xendekan cihê xwe bigirin."
(rc)