Gelê Rojava bi meşek girseyî civîna Cenevre 3. şermezar kir

16:21

JINHA

QAMIŞLO - Îro li bajarê Qamişlo hember ne tevlîkirina Kurdan ji Cenevre 3. re meşek girseyî pêk hat û di meşê de berxwedana bakûrê Kurdistanê hat silav kirin.

Gelê Qamişlo bi mebesta nîşandayîna nerazîbûna xwe li hemberî civîna Cenevre 3. ku Kurd beşdar nekirin û her wiha ji bo piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê meşek lidar xist. Girseya gel bi durûşmeyên 'Cenevra bê Kurd nayê qebûlkirin' nerazîbûna xwe anîn ziman. Girseya Gel li meydana Qermîto kom bû û ber bi meydana Şehîd Rûbar ve bi dirûşmeyan meşiyan. Di meşa Qamişlo da tevlîbûna jin û ciwanan bal kişand. Li ser navê Meclîsa Kantonê Hevserokê Meclîsa Kantona Cizîrê Xelîl Osman axaftinek kir û got, "Em bi ser navê we hemûyan Cenevre 3. şermezar dikin. Îradeya Kurdan tê de tine ye. Dixwazin Lozaneke din çêbibe. Lê îro bi saya şehîdan, YPG-YPJ û berxwedana gel em destûr nadin Lozan dubare bibe. Çawa me beriya Cenevre 3. kar dikir, bi heman awayî em ê xebata xwe ji bo jiyana hevbeş û biratiya gelan bidomînin. Jixwe Cenevre 3. negihêşt armanca xwe ji ber Kurd tê de cih negirtin. Em wek Kurdên pêkhateya Sûriyê vê Cenevrê nas nakin."Xelîl di berdewamiya gotina xwe de polîtîkayê tinekirinê yê dewleta tirk şermezar kir û got dê berxwedana gel hember hovîtiya desthilatdariyê bi serbikeve.

Rêvebera Rêxistina Yekîtiya Star a Kanotna Cizîrê Welîde Botî jî wiha got, "Em bi ser navê hemû jinên Kantonê planên qirêj ên li dijî Kurdan wek Cenevre 3. pêk hatî şermezar dikin. Cenevre 3. jî ji ber Kurd beşdar nekirin bê encam ma. Çi planên wiha werin çêkirin dê vala derkevin. Çawa siyaseta li Hevpeymanên Sevr, Lozan û hwd bi ser neketin. Ji ber gelê me berxwedanvan e. Heke planên bi vî rengî dubare bibin dîsa wê encam dernekeve." Welîde berxwedana Bakûrê Kurdistanê jî silav kir û bangewaziya çalakiya piştgiriyê kir.

Dayîkan nerazîbûna xwe anîn ziman

Endama Yekîtiya Star Xalîya Mihemed a ku tevlî çalakiyê bibû wiha got, "Ev 3. civîna Cenevreye tê li darxistin. Di her duyên din de jî Kurd nehatin vexwendin, di Cenevre 3. de jî Kurd bi awayeke siyasî nehatin qebûlkirin. Jixwe ji ber vê yekê negihêşt ti encamê û belav bû. Ez wek jineke Kurd dibêjim ku ti çareseriya bêyî Kurdan qebûl nakim." Xaliya di dawiyê gotina xwede berxwedana gelê bakûr silav kir.

Endama Meclîsa Qamişlo Jiyan Gulo jî di derbarê Cenevre 3. de nêrînên xwe bi me re parve kir û wiha got, "PYD temsîla Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike û ji bilî vê ti kes nikare bi navê me biryar bide. Ji ber vê em Cenevreya bê Kurd qebûl nakin." Jiyan tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan jî şermezar kir û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ev şeş mehe tecrîdeke şidandî heye. Dewleta Tirkiyê lenet dikim. Kurdên xayîn jî lenet dikim. Em ê hertim li pişta Rêberê xwe û doza xwe bin."

Di dawiya meşê de dirûşmeyên 'Bijî Berxwedana Bakûr' hat berzkirin.

(en/rc)