YPS-Jin Gever jî hate îlan kirin
16:34
JINHA
COLEMÊRG - Li navçeya Gever a Colemêrgê ku gel vîna jiyana azad diparêzê, ji bo pêşxistina parastina cewherî ya jinan, YPS-Jin hate damezrandin.
Li bajarên Kurdistanê ku êrîşên tevkujiyê didome, li hemberî terora dewletê Yekineyên Parastina Sivîl-Jin (YPJ-Jin) tê îlankirin. Li navçeya Gever a Colemêrgê jî YPS-Jin bi merasîmekê damezrandina xwe îlan kir. Merasîm, bi tevlîbûna gelek endamên YPS-Jin ve destpêkir.
Di merasîmê de Berdevka Fermandariya YPS-Jin Gever Rozerîn Gever axaftinek kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk bersivek erênî nedaye daxwazên gel ên rewa û di ser de bi komkujiyên nû êrîşî gel kiriye. Gever anî ziman ku ew jî heya dawiyê piştgiriya daxwaza gel a rêveberiya cewherî dikin û wiha axivî: "Ji bo hemû êrîşên li ser gel têk bibin, em xwe wekî YPS-Jin Gever îlan dikin û dibêjin ku an dê jiyanek azad hebe an jî tune be. Li ser vê esasê em berxwedana Cizîrê, fedaîtiya li Sûrê, pêşengiya Nisêbînê silav dikin û em soz dikin ku emê mil bi mil Kurdistana azad ava bikin."
'Em ji berxwedana Bêrîtanan tên'
Gever diyar kir ku ew ê li hemberî hikumeta AKP'ê ku pêşengiya feraseta zilam dike heya dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha dawî anî axaftina xwe: "Em wek fedaiyên Kurdistanê me şerê mezin a Sara nas kir, em bi navê Zîlanan mezin bûn, me bi bangên Viyanan govend gerand. Em jinên Kurd ên ji kevneşopiya berxwedana Bêrîtanan in. An azadî an azadî."
Piştî axaftinan endamên YPS-Jin dirûşmên "Jin jiyan azadi" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
(rc)