Jinên Mersînî li hemberî komkujiyan di çalakiya nobetê de ne
17:05
JINHA
MERSÎN - Platforma Jinan a Mêrsînê li hemberî dorpêç û komkujiyên li bajarên Kurdistanê çalakiya nobetê ya rojekê dan destpêkirin.
Platforma Jinan a Mersînê, li hemberî dorpêç û êrîşên li Kurdistanê dest bi çalakiya nobetê ya rojekê kir. Jinên ku li Ozgur Çocuk Parki kom bûn dirûşma "Bijî berxwedana Cizîrê" berz kirin. Li ser navê jinan, Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu axivî û got ku ji bo deng bidin qêrînên li Cizîr, Silopî û Sûrê civiyane. Yuksel da zanîn ku dê ji sibê û pê ve biçin bajarên di bin dorpêçê de ne û diyar kir ku ew ê jin têkoşîna xwe berdewam bikin û banga xurtkirina têkoşînê li jinan kir.
(rc)