'Hember tecrîdê bi rêxistinbûnê em ê bersiv bidin'

09:15

JINHA

COLEMERG - Bi boneya rasthatina 17. salvegera komploya navnetewî a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên Geverê bertekê xwe li hember pêk anîna tecrîdê anîn ziman û gotin, "Em ê wek jinên Kurd bi aweyek herî baş xwedî li rêberê xwe derên. Bersiva herî mezin bi rêxistinbûnê em ê bidin."

Bi boneya rasthatina 17. salvegera komploya navnetewî a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jinan bertekê xwe anîn ziman. Endama Meclîsa Jinên Bajêr a Geverê Oznur Canan diyar kir ku ew komploya li hember Abdullah Ocalan napejrînin û got tecrît sucek yê dijmirovahiyê ye. Oznur destnîşan kir ku bi pêşengiya Abdullah Ocalan jinên Kurd bûn xwedî zanistî û vîna azad û wiha domand, "Di encamê de eger Zîlanan, Bêrîtanan û Viyanan xwe ji bo Ocalan xwe feda kiribin, ji evîndariyê xwe yê azadiyê re feda kirine."

'Ev têkoşînek jiyan û rûmetê ye'

Oznur da zanîn bi tecrîdê re dixwazin girêdana gelê Kurd û Abdullah Ocalan qut bikin û got divê tecrîd were dawî kirin. Oznur wiha pêde çû, "Ne tenê kesek bi hezaran kes em ê xwe di oxirê vê dozê de feda bikin. Ji ber ku ev têkoşînek jiyan û rûmetê ye. Rêbertî tê wateyê vîna azad, ramanê azad, jina azad û civaka azad. Em dikarin van taybetmendiyan tev di kesayetek de bibînin ew jî rêbertiye. Ew jî zîhniyeta desthilatdar tecrîda girankirî pêk tîne, dixwazin bi vî aweyî girêdanê me asteng bikin."

'Rêbertî jiyana nû înşa kir'

Oznur wiha dirêjî da gotina xwe, "Rêbertî girêdana jin bi xwezayê re, têkoşîna jin yê jiyanê, hêza wê yê rêxistinbûnê û welatparêziya wê dizanî. Jina ku li hember xwe bê bawer ji nûde bawerî pê da qezenç kirin. Jiyana nû înşa kir. Modela civaka komînal yê demokratîk danî holê. Ji ber vê ne tenê gelê Kurd divê tevahî gelê cîhanê ji bo xwe wek alternatîf bibîne û hebûna rêbertî tevahî welat bipejrînin. Rêbertî felsefe û modela jiyanê ye. Em bê rêbertî jiyanê nafikirin. Em ê heya dawî bi felsefeya vê jiyanê têbikoşin."

'Em ê rêbertiyê xwe bin tecrîdê de nehêlin'

Ji jinên Geverê Jiyan Ozdemîr, diyar kir ku divê dawî li tecrîdê were û got ligel tecrîda girankirî dixwazin gelê Kurd tine bikin û wiha berdewam kir, "Em ê ti carî rêbertiyê xwe bin tecrîdê de nehêlin. Dê têkoşîna me li her qadê bidome. Em ê wek jinên Kurd bi aweyek herî baş xwedî li rêberê xwe derên. Bersiva herî mezin bi rêxistinbûnê em ê bidin."

(rc)