'Hûn dikarin me tev bikûjin lê hûnê me têk nebin'
09:15
JINHA
AMED - Endama Meclîsa Daîmê yê KJA'yê Ayşegul Çomak bal kişand ku li Tirkiyê û Kurdistanê jin bûne hedefa desthilatdariyê û got, ti polîtîkayê înkar û îmhayê yê dewletê wê wan ji têkoşînê sar neke û wiha domand, "Hûn dikarin me tev bikûjin lê hûnê me têk nebin."
Pêşenga berxwedana xwerêveberina Kurdistanê jin tên hedef girtin. Endama Meclîsa Daîmê yê KJA'yê Ayşegul Çomak diyar kir ku dewlet ji berferehbûna rêxistinbûna jinan û têkoşîna wan ditires û got, "Jin jiyane û li cihê ku jiyan hebe berxwedan tê birêxistin kirin. Îro li qadên parastinê û pişt tevahî barîqatan jin û dayîk hene. Her çiqas dilê dayîkan di nava şer de herî zêde bişewite jî cardin yê ku aştiyê bîne hêza jinane."
'Hûn dikarin me tev bikûjin lê hûnê me têk nebin'
Ayşegul destnîşan kir ku ferqa zîhniyeta AKP'ê û DAIŞ'ê ji hev nîne û wiha domand, "Em dizanin zîhniyeta DAIŞ û AKP'ê yê xwe ser her tiştî re dibîne li holê ye. Li her qadê êrîşê jin dikin. Bi riyê medyayê şerek hember jinê dane despêkirin û bi her aweyî êrîş dikin. Di şexsê KJA'yê de êrîşê tevgerê jinên demokratîk dikin. Em wek jin dibêjin, hûn me tev jî bikujin hûnê nekaribin me têk bibin. Çawan polîtîkayên înkar û îmhayê ji dîrokê ve bi serneketine îro jî dê binbikeve."
'Em ê raperîna xwe bilind bikin'
Ayşegul da zanîn ew ê di riya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kiriye de têkoşîna xwe bidin û wiha got ew ê raperîna xwe bilind bikin. Ayşegul wiha pêde çû, "Di şexsê Sêvê de me soz da tevahî şehîdên şoreşa azadiyê ku em ê raperîna xwe bilind bikin. Li cihê ku jin hebe berxwedan heye. Ez bang li tevahî jinan dikim ku di nava rêxistina KJA'yê de xwedî li xwerêveberina demokratîk derên û hember qirkirina zayendî têbikoşin."
'Qetilkirina Sakîneyan berdewamiya komployê bû'
Hevşaredara Qoserê Leyla Salman jî wiha got, "Divê em komployê li hember rêbertî di serî de binirxînin. Ji ber ku komployê ku li hember rêbertî pêk hatî heman komplo bi qetilkirina Sakîneyan berdewam kir. Qetilkirina jinan yê li qadên xwerêvebirinê jî berdewamiya vê komployê ye. Pêşengiya jinan ji bo pergalê tirsê herî mezin avadike."
(rc)