'Bernmeyên zewacê li ser jinan bandorek neyenî dike'

09:18

JINHA

WAN - Derûnas Nursel Avci ya ku li Navenda Şewremendiya Jinê ya Rojinê ya Wanê dimînî bernameyên zewacê ku di televîzyonên tirk de tên weşandin nirxand. Nursel got ku dîsa di hedefa pergalê de jin hene û niha pergal dixweze jinê bi vê rêyê tune bike.

Li Tirkiye yê di salên dawî de di gelek televîzyonên tirk de bernameyên zewîcandinê zêde bûne û ev bernameyên zewacê li ser jinên ciwan bandoriyek neyînî çêdike. Derûnas Nursel Avci ya ku li Navenda Şewremendiya Jinê ya Rojinê ku di bingeha Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dimînî di derbarê bernameyên zewacê de axivî û diyar kir ku dîsa jin bûn hedefa pergalê û jin bi rêya bernameyên tune dikin.

'Bernameyên zewacê dibe sedama namûsê'

Nursel diyar kir ku di nav civakê de jin wek namûsê tê pênasekirin û di nav salek de bi hezaran jin li ser navê namûsê tên qetîlkirin. Nursel anî ziman ku pergal jinê bi her awayî tune dike û bê bandor dihêle û wiha got: "Niha em berê xwe bidin bernemeyên zewîcandinê. Di nav civakê de rola jinê her tim wek jinek pak û bedewa malê tê dîtin. Ev bername jî vê hişmendiyê bilindtir dike. Ev bernameyên tên pêşkêşkirin di hişmendiya mirovan de wek jin karmendên mal in û tenê ji bo paqijiyê û çêkirina xwerinê hatine dinê. Li aliyekdin jî jinên ku ji aliyê pergalê ve tên boyax kirin û wek modern tên nîşandan, di nav malbatan de dibe sedema şer û pêvçûnê. Ji ber ku hevjînên wan bernameyan temaşe dike teqez dixwaze ku hevjina wî ji wiha tevbigere. Lê jina ku destûr nade tiştek wiha qirêj rastî tundiya mêr tê."

'Bernameyên zewacê ji bo azadiya jinê astengek e'

Nursel da zanîn ku ev bernameyên zewacê ji azadiya jinê asteng dike û wiha pê de çû: "Dema ku mêr wan bernameyan temaşe dikin wê deme li ser keç û hevjina xwe êrîşek dide meşandin. Ji ber ku mêr ditirse ku keç û hevjina wî ji jinên ku derdikevin pêşberî kemerayê bibin wek wan. Lewra bi tu awayî destûrê nade ku keç û hevjina wî derkeve derve û jin di mal de tê astengkirin."

'Jinên ku ji tundiya mêr azad dibe dîsan heman tişt dijî'

Nursel di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku yek ji polîtîkayên dewletê ew e ku jinê di nav mal de bi fetîsine û encax jin bi zewacê tê fetîsandin û wiha got:" Jinên ku ji ber zilm û zordariyên mêr xwe rizgar dikin dev ji hevjinên xwe berdidin. Lê ev bernameyên zewacê cardin berê jinê dide zewîcandinê û jin heman jiyan dijî. Em dibînin ku jina li wê bernameyê dizewîce heman êş û tundiyê dijî û jin ji tundiya mêr rizgar nabe û ji bo azadiya jinê astgi mezintir dibe."

Nursel li ser derûniya jinên ciwan jî ev tişt got: "Jinên ciwan ên ku temenên wan 20 salî ne jî tevlî van bernameyan dibin û di temenê biçûk de tên zewîcandin. Jinên ciwan ên ku tevlî vê bernameyê dibin ne di ferqa jiyanê de ne. Wek lîstîk an jî ji xwe re têxin hewesek û diçin wir. Lê mixabin ku jiyan li wan tarî dibe û dibe sedema xirabûna derûniyê. Wê deme dibînin ku jiyana rast ne ew e. Lê tişta ku bê kirin namîne. Jin wê demê ji bo xwe ji tundiya mêr azad bike yan tê qetîlkirin an jî xwe dikuje."

Nursel di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên ciwan kir ku bila nebin maşeyên polîtîkayên pergalê û li azadiya xwe xwedî derkevin.

(hk-db/ho/rc)