Li Cizîrê wehşet: 9 kes bi şewatê jiyana xwe ji dest dan

09:33

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê hêzên dewletê komkujiyek nû kirin. Di avahiya duyemîn a ku di nav de 37 kes hene di topbaranê de şewitî û 9 kes jiyana xwe ji dest da. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê ku di avahiyê de ye got "9 birîndarên giran şewitîn, 28 kes dijîn lê di nav wan de kesên şewitîne hene."

Li Taxa Cudî ya Cizîrê li avahiyekê ev 13 roj in ku 15 birîndar, 9 welatî û 7 cenazê li benda rakirina nexweşxanê ne, derketibû holê ku di avahiyeke duyemîn de jî 37 kes asê mane ku di nav de birîndar jî hene. Hêzên dewletê yên di komkujiyê de israr dikin, vê avahiyê jî dan ber topan û di encama şewata ku di avahiyê de derket, 9 kes bi şewatê jiyana xwe ji dest dan.

Der barê komkujiyê de Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê ku di avahiyê de ye, da zanîn ku qatên jor ên avahiyê ji ber topbarana giran şewitiye û şewat gihiştiye odeyekî jêrzemînê jî. Mehmet got ku di vê odê de 9 giran birîndar bi şewatê jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: "28 kesên din dijîn lê di nav wan de kesên şewitîne hene. Di nav van şertan de nikarin rojekî jî bijîn. Mecûna didanan hebû, me danî ser birîna wan. Dema qatên jorê dişewitî, ji ber kunên ku guleyên topê vekirine şewat gihişt qata jêr. 9 birîndarên giran ên di odeyê de şewitîn. 4-5 bîdon av hebû, me bi ser hevalên xwe de kir. Qata jêrzemînê ji du daireyan pêk tê. Em derbasî daireya din bûn. Topbaran didome. Wesayîtên zirxî li ber malê digerin. Ji niha û pê ve heke em jiyana xwe ji dest bidin, ev înfaz e."

(rc)