Aktîvîstên Bisîkeletên Pêşber ji bo koçberan honandinê dikin

10:07

JINHA

ÎZMÎR - Aktîvîstên xwezayê yê bi navê Bisîkeletên Pêşbir kampanya "Ji bo koçberan honandinê bike" a ku dane despêkirin her ku diçe belav dibe. Her fanêleyê ku girêk bi girêk tê honandin ji bo germkirina zarokên stembar tên amede kirin.

Piştî şerê Suriyê gelek koçber berê xwe dan bajarê Îzmîrê. Koçberên ku bi keştiyên bê ewle berê xwe didin Ewropayê gelek ji wan noqî avê dibin û jiyana xwe ji dest didin. Yên ku li Îzmîrê jî dimînin di nava şert û mercên giran de têkoşîna jiyanê didin. Koma aktîvîstan yê ku di sala 2009'an de bi navê Bisîkeletên Pêşber avabûye, ji bo koçberên ku têkoşîna jiyanê didin kampanya piştgirî dan despêkirin. Kampanya "Ji bo koçberan honandinê bike" yê ku di serîde hewirdorê xwe dabûn despêkirin her ku diçe belav dibe.

'Hizra honandinê hîn zêdetir bi hestiyariye...'

Aktîvîsta Bisîkeletên Pêşber Gamze Surucu diyar kir ku dema ew koma xwe avakirine, tenê li ser bingeha têkoşîna ekolojiyê bû û got lê niha ew pêşbirê rastiyek yê şer mane. Gamze da zanîn ku li Îzmîrê koçber zêdebûne û wiha pêde çû, "Em her rastî wan dihatin ji ber vê me biryar da ku em tiştek ji bo koçberan bikin. Ji ber di şertên giran de dijîn. Hikûmeta ku destûr da wan bên vir qet piştgirî nade wan. Komeleyê Pira Gelan yê Îzmîrê ji xwe xebatek wê her dem heye. Ji ber ku zarok di nava şert û mercên zivistanê zehmetî dikêşin hizra honandinê hîn zêdetir bi hestiyarî derket holê. Honandin tê wateya nirxdayîn û ked dayîne."

'Piştgirî ji hêviyê me zêdetir bû'

Gamze bilêvkir ku piştgirî ji hêviya wan zêdetir derketiye pêş û wiha dirêjî da gotina xwe, "Armanca me her mirovek bi vê rewşa giran yê koçberan dane hesandine. Piştgirî ji hêviyê me zêdetir derket holê. Gelek jin honandinê dikin û rêdikin. Proje mezinbû. Em tevî Komeleyê Pira Gelan yê Îzmîrê belav dikin. Projeye me dê berdewam bike. Heya ku em bixwazin dikarin honandinê bikin. Ev proje wê bi koçberan ve sînordar nemîne. Me despêkir û dê heya dawî bidome."

Gamze anî ziman ku ji ber cihê aktîvîstên Bisîkeletên Pêşber yê diyar nîne, kesên dixwazin piştgirî bidin dikarin amûrên xwe bighînin Cinati Cafe û Kirmizi Cafe yê. Gamze diyar kir ku di karin ser medyayê civakî jî xwe bighînin Bisîkeletên Pêşber, û banga piştgiriyê li her kesî kir."

(rc)