Konferansa Jinên Sûriyeyê ji bo aştî û demokrasiyê despêkir

10:51

JINHA

DÊRIK- Konferansa Jinên Sûriyê ji bo aştî û demokrasiyê bi dirûşmeya 'Jina Azad Misogeriya Sûriyeke Demokratîk e' despêkir.

Li Salona Azar a Dêrikê bi beşdariya pêkhateyên jin ên Suriyê Konferansa Jinên Sûrıyê ji bo aştî û demokrasiyê tê lidarxistin. Di Konferansê de ji pêkhateyên Sûriyê 84 delege beşdar bûne. Hevseroka Kantona Cizirê Hedye Yûsif, Hevseroka Meclîsa Sûrıyeya Demokratîk Îlham Ehmed, endama Buroya Jina Ereb Xense El Hemûd, Şamiram Şemun, Elîzabet Gewriye ji Partiya Yekîtiya Suryan, Rojîn Remo Endama Desteya, Nûjîn Roj û Roj Dersim ji YPJ'ê, Nûbihar Mistefa ji Yekîtiya Star jî delegeyên Konferansê ne.

Piştî ku ji hêla komîteya amadekar ve bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî xêrhatina Konferansê hate kirin ji bo şehîdan deqeyek rêz hate girtin û rûniştina konferansê destpêkir. Axaftina vekirinê ji hêla Hedye Yusif bi Erebî hate kirin. Hedye got, "Em di vê axa ku ji dijminê mirovahiyê hatiye rizgarkirin, dixebitin ku dîrokeke nû ya azadiyê ji bo jinê binivîsin. Em wek jin îro li vir kom bûne û qeyrana ku li Sûriyê tê jiyankirin riyê çareseriyê dibînin. Çawa jinê di Xweseriya Demokratîk a Rojava de roleke berçav leyîst, ji bo Sûriyeya demokratîk jî heman rolê dê bileyîze. Ji bo ev yekîti bikaribe aliyên heyî jî kom bike ji bo aştî û demokrasiyê."

Hedye Yusif di dawiya axaftina xwe de bangewazî li İnsiyatîfa Jinên Suriyê ji bo aştiyê kirin ku encama konferansê hemêz bikin û rola xwe di warê çareseriya fermî de bileyzin.

Konferans bi xwendina peyaman didome.

(kom/rc)