Wêneyên derve ji hûndir e bûn pir
11:10
JINHA
STENBOL - Pêşengeha bi navê "55 wêne û 55 girtî" ya ku di pêşengiya wênesazên wek koma Gorulmuş org û Redê ve li Îfsakê hate vekirin. Berpirsiyara pêşengehê Sultan Guner diyar kir ku heya hilberîn di girtigehan de hebe hêza ramanê li derve dê xurtir bibe.
Komên bi navê Gorulmuş org û Redê ya ku wêneyan çêdikin li 56 girtigehan geriyan û bi 55 girtiyan re 55 wêneyan xêz kirin. Wêneyên ku ji aliyê wênesaz û girtiyan ve hatin xêzkirin bi ser navê "Ji hûndir heya dervê pira wêneyan" hate pêşandin. Pêşengeha ku di navbera 30'ê çileyê û 11'ê Sibatê li Komeleya Atolyaya Wêne û Sinemayê ya Stenbolê (ÎFSAK) dê bê pêşandin. Endama Wênekêşên Redê û berpirsiyara pêşengeha Pira wêneyan Sultan Guner di derbarê armanca pêşengê de axivî. Sultan diyar kir ku armanca wan ew e ku ji hûndir heya derve wan xwest pirek çêkin û girtiyan bi tenê nehêlin.
'Me xwest em bibin dengê kesên hûndir'
Sultan destnîşan kir ku bi rêya meilê dest bi projeya pêşengeha wêneyan kirine û projeya wan rastî alaqeyek mezin hatiyê û gelek wênesaz serî projeyan wan dane. Sultan got ku di gava yekem de 55 wênesaz wêneyên cuda ji 55 girtiyan re şandine û xwestine ku girtî di derbarê wêneyan de ramanên xwe parvebikin.
Dê pêşengeh berdewam bike
Sultan da zanîn ku pêşengeha wêneyan a yekemîn di pêşengiya Derhener Adîl Okay de di 24'ê kanûn û 7'ê çileyê de li Mersînê hate vekirin û rastî alaqeyek mezin hatin. Sultan daxuyand ku dê pêşengehe di navbera 30'ê çileyê 11'ê Sibatê li ÎFAK'ê vekiribê û pişt re pêşengeh li bajarên wek Edene, Rihe, Dîlok, Amed, Îzmîr û Enqereyê jî berdewam bike.
Projeya duyan di rê deye...
Sultan di berdewamiya axaftina xwe de got ku amedekariya projeyek nû dikin û wiha got: "Me di prejeya xwe ya di 2. de fikrek nû da destpêkirin. Ev car me hemû fikir proje li benda girtiyan hişt. Me xwest ku bila projeyên xwe ev çêkin."
'Me xwest ku em fêrî fikra girtiyan bibin'
Sultan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di nav girtiyan de gelek helbestvan, wênesaz, nîviskar û hwd hene. Çend ji wan bi wêneyan ango bi nîvisê hêstên xwe tînin ziman. Me jî xwest em parçeyek bibin ji hêstên wan û pirek çêkin."
(ho/rc)