Jinên Nisêbînê: Me li berxweda, em ê berxwebidin

11:26

JINHA

MÊRDÎN - Jinên ku li Nisêbînê xwedî xwerêveberinê dertên gotin, "Ev dê bibe berxwedana meyê dawî, em ê serbikevin. Wek jin û zarok em ê li berxwebidin. Ez bang li tevahî gelê Kurd dikim; Îro roja şeref û namûsê ye. Divê her kes rabe ser piyan. Em berxwedanê mezin bikin."

Berxwedana xwerêveberinê yê ku li navçeyê Nisêbîna Mêrdînê bi pêşengiya jinan tax bi tax didome. Jinên ku li her taxê barîqetek avakirine diyar dikin ku ew di berxwedanê de bi îsrarin û bang li jinan kirin ku li qadê xwe dest bi berxwedanê bikin.

Mahbube Altinalp: Heya dilopa xwîna xwe yê dawî em ê berxwe bidin. Erdogan bila vala vala dilê xwe şa neke, ew ê nekare kurdan tine bike. Em ê li tevahî cîhanê hebûna xwe bidomînin. Ez Cizîr, Sur û Nisêbînê silav dikim.

Sîbel Aktaş: Li kur dibe bila bibe ferq nake. Em li her derê berxwedidin û em ê berxwebidin. Ez bang li tevahî jinan dikim; Em li vir ji 7 heya 70'î berxwe didin. Divê her kes tevlî berxwedanê bibe. Nisêbîn çawan li berxwe da divê Îzmîr jî berxwe bide. Êşê me çêdibe, şehîdên me çêdibin lê ev dê gav bi me paşve nede avêtin. Eger dayîk berda zarok dê vê berxwedanê bidomîne. Kes nikare berxwedana me bişkîne.

Eylem Çîçek: 30 sale em vê zilmê dikêşin êdî bese. Kêr gihêşte hestî. Êdî jin û zarok vê zilmê napejrîne. Em koletî û komkujiyan naxwazin. Êdî bila aştî pêk were. Ez bang li jinan dikim; Em tevlîbûnê xwe bilind bikin. Em êdî naxwazin ji welatê xwe nefretê bikin. Berxwedana me dê bidome. Li Nisêbînê em ê bi rihê Kobanê berxwebidin û serkefin. Ev ji bo me berxwedana dawî ye. Em ê tevî zarok û jin berxwebidin û serkefin. Ez bang li tevahî gelê Kurd dikim; Îro roja şeref û namûsê ye. Divê her kes rabe ser piyan. Em berxwedanê mezin bikin.

Emîne Sonmez: Ewqas ciwan tên qetilkirin û xaniyê gel tê rûxandin. Bêy ku bêjin jin, zarok, pîr û ciwan qetil dikin. Derdê kujeran tenê pereye. Ji bo pere dê xwîna vî gelî vexwun. Ew ê li dinê din çawan hesabê vê zilmê bidin. Bila aştî pêk were. Cenazeyê mirovan perçe dibe li kolanan û nayên veşartin. Mislimantiyek wiha dibe qey? Em vê yekê napejrînin û heya dawî dê berxwedana me bidome.

(rc)