Li Cizirê di du jêrzemînên wehşetê de komkujiyên vekirî
11:41
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê hêzên dewleta tirk dest bi komkujiyên mezintir dike. Di avahiya ku di nav de 37 kes hene di encama topbaranê zêde de şewitî û 9 kes jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Cudî ya Cizîrê di avahiyekê de bû 13 roj ku 15 welatiyên sivîl ji ber êrîşa topbarandinê bigiranî birindar bûn û heya niha ji ber alikariya wan nehate kirin 7 kes jiyana xwe ji dest dan hêj li benda alikariyê ne. Hêza dewletê li heman cihê bi topan êrîşê avahiyek din kir 37 kes nikarin derkevin derve û bi mirinê re rû bi rû ne. Hêzên dewletê yên di komkujiyê de israr dikin, vê avahiyê jî dan ber topan û di encama şewatê de 9 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç di derbarê komkujiyê de agahî da û diyar kir ku avahî ji ber topbarana zêde şewîtiye û şewat avahiyê tev da ye berxwe. Mehmet da zanîn ku di mezela ku welatiyên sivîl hebûn 9 kesan ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dane û 28 jê ji bi giranî birîndar in.
Mehmet li hemberî komkujiyan bertek nişan da û wiha got: "Ev mirovên ku li vir in ji ber şewatê nikarin derkevin derve. Tê tev bi şawatê jiyana xwe ji dest bidin. Kesek nikare ji ber şertên giran rojek bijîn. Em nikarin birinên wan derman bikin. Ji ber ku di destê me de tu derman tune. Dema qatên jorê dişewitî, ji ber kunên ku guleyên topê vekirine şewat gihişt qata jêr. 9 birîndarên giran ên di odeyê de şewitîn. 4-5 bîdon av hebû, me bi ser hevalên xwe de kir. Qata jêrzemînê ji du daireyan pêk tê. Em derbasî daireya din bûn. Topbaran didome. Wesayîtên zirxî li ber malê digerin. Ji niha û pê ve heke em jiyana xwe ji dest bidin, ev înfaz e."
(ho/rc)