Polîsan nehiştin jin biçin Amedê,
11:50
JINHA
STENBOL/ÎZMÎR - Jinên ji bo şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê tên kirin xwestin ji Stenbolê û Îzmîrê biçin Amedê, rastî astengiya polîsan hatin. Wesayîtên jinan bi hinceta ku "torbeyê cesed" tuneye hatin girêdan.
Jinên ku bi dirûşemeya "Em ne aligirên mirinê ne, em mafên xwe yên aştî û heqîqetê diparêzin" bi pêşengiya "Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê" ji Îzmîrê û Stenbolê ber bi Amedê ve derketin rê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Jin ji herêma 3. a Stenbolê bi wesayîtan bi rê ketin, lê li Şîrînevlerê ji aliyê gelek polîsan ve hatin sekinandin. Polîsan jin ji wesayîtan peya kirin, kontrola GBT kirin. Lêgerîna polîsan a li nava wesayîtan dewam dike.
Astengiya torbeyê cesedê
Jinên ku bi diruşma "Em ne aligirên mirinê ne, em mafên xwe yên aştî û heqîqetê diparêzin" bi pêşengiya "Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê" ji Îzmîrê ber bi Amedê ve derketin rê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan di wesayîta jinên ku li otogorê li benda saeta derketina rê bûn de lêgerîn kirin. Polîsan bi hinceta ku di wesayîtê de "torbeyê cesed" tuneye wesayît girêdan.
Jinên ku li otogarê ne ji bo çûyîna Amedê bi biryar in. Jin hewl didin ku wesayîtekî din eyar bikin.
(rc)