Ligel daxwaza parastina malbata Tugba 4 mirin
12:04
JINHA
DÎLOK - Li Dîlokê mêrê bi navê Yusuf Taş hevjîna xwe Tugba ya ku xwest jê veqetê û ji malbata Tugba 2 kesan ketîlkir. Hate hînbûn ku di berê de Tugba ji bo parastina xwe serî li dozgeriyê dabû.
Li Taxa Duztepeya Dîlokê welatiyê bi navê Yusuf Taş di ser xaniyê malbata hevjîna wî Tugba Taş lê dima de girt û 2 jê jin 4 kesan qetîlkir. Bigorî agahiyên ku hatin standin jina bi navê Tugba Taş ji hevjinê xwe Yusuf Taş demek dirêj tundiyê didît û ji ber ji tundiyê rizgar bibe daxwaza veqetandinê kir. Li ser vê biryarê hevjinê Tugba tundiya li ser zêde kir. Tugba ji malê veqetiya û demek li mala xizmên xwe ma. Kujer Yusuf bi çek di ser mala ku Tugba lê dima de girt û angaş derket. Kujerê ku êrîş malbatê kir hevjina xwe Tugba jî di nav de Şenel Çakmak, Ahmet Çakmak û Duran Taş bi guleyan qetil kir û kesekî navî/ê nehate hinbûn jî bi giranî birindar bû.
Kesên ku hatin qetîlkirin û di encama êrîşê de birindar bûn ji aliyê ciranên xwe ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê. Her wiha Kuşer Yusuf Taş ji cihê bûyerê reviya û hêj nehatiyê dîtin.
Hêjayî gotinê ye ku jina bi navê Tugba berî ji hevjinê xwe Yusuf Taş tundiyê didît ji bo parastina canê xwe serî li dozgeriyê da bû û Tugba ligel daxwaza parastinê nehate parastin û ji aliyê hevjinê xwe ve hate qetîlkirin.
(ho/rc)