Biryara avakirina heyeta jinên azad a Sûriyê hat girt
13:38
JINHA
DÊRIK - Konferansa Jinên Sûriyê ji bo aştî û demokrasiyê bi dirûşmeya 'Jina Azad Misogeriya Sûriyeke Demokratîk e' didome. Konferansê biryara avakirina Heyeta Jinên Azad a Sûriyê erê kir.
Li Salona Azar a Dêrikê bi beşdariya pêkhateyên jin ên Suriyê Konferansa Jinên Sûrıyê ji bo aştî û demokrasiyê îro seat 10 destpêkir û heya vê seatê didome. Di Konferansê de ku ji 84 delege ji hemû pêkhateyên Sûriyê jin amede ne. Konferansê biryara avakirina Heyeta Jinên Azad a Sûriyê erê kir.
Dîwana konferansê Êlham Ehmed, Şamiram Şemun, Lorîn Ibrahim, Xense El Hemûd û Suad Mihemed in. Piştî ku ji hêla komîteya amadekar ve bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî xêr hatina li mêvanên Konferansê hate kirin ji bo şehîdan deqeyek rêz hate girtin û rûniştina konferansê destpêkir.
Rûniştina konferansê piştî xwendina peyaman ji çapemenî re girtî berdewam kir. Li gor hate hînbûn di bernameya konferansê de hilbijartina dîwanê, belgeya ji bo Sûriyeya Demokratîk hatiye xwendin û nîqaşkirin, paşê biryara avakirina heyeta Jinên Azad ên Sûriyê ji bo hazirtiya Kongreya Jinên Sûriyê bike bi nîqaş û pêşniyarên berfireh hate qebûlkirin.
Tê payîn di dawiya konferansê de encamname were pêşkêşkirin û daxuyaniya çapemeniyê were dayîn.
(kom/rc)