Jinên ku berên xwe dan Cizîrê: Rabin ser piyan roja ku zilm bi dawî bibe nêz e

14:03

JINHA

MÊRDÎN - Nobeta berxwedanê ku li Nîsêbînê berdewam dike ji çar aliyê Tirkiyê jinan li hev kom kir. Jinên ku bi rojan e di nobeta berxwedanê dene diyar kirin ku ew wek jin nikarin li hemberî komkujiyan bêdeng bimînin û xwedî li berxwedana azadiyê derkevin e.

Nobeta berxwedanê ku li ser banga rêxistina DBP'ê ji bo dorpêç û komkujiyên li Botanê tên kirin bê rawestandin û pîştgiriyê bidin gelê Botanê bi hezaran kes ligel hemû astengiyan berên xwe dan navçeya Nîsêbinê li Navenda Mîttanniya Çandê nobeta berxwedanê bi vînek mezin berdewam dikin. Jinên ku ji bo tevlî nobeta berxwedanê bibin ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyê hatin cem hev û dest bi berxwedanê kirin. Jinên ku berên xwe dan cihên berxwedanê dibêjin "Roj roja berxwedanê ye. Rabin ser piyan. Roja ku zilm bi dawî bibe ev roj e."

Jina bi navê Nadîre Malgaz a ku ji Îdirê tevlî nobeta berxwedanê bûye û ligel hemû astengî û êrîşan dev ji nobeta xwe bernade got ku li vir bi tevahiya civaka kurd li hemberî zilmê têdikoşe û ew wek jinek nikare li hemberî vê zilma ku tê kirin bêdeng bimîne. Nadîre wiha berdewam kir: "Li vê welatê komkujiyek mezin tê kirin. Em jî encax bibin yek û li hemberî vê komkujiyê derkevin." Jina bi navê Zalîha Karinca ku ji Semsurê tevlî nobetê bû ye jî ev tişt got: "Em ji bo jiyanek hevpar û azadiya gelan li vir in. Em li benda hemû jinanin ku ew jî bên vir û tevlî nobeta berxwedanê bibin."

Gulseren Oner jî anî ziman ku gel barê berxwedanê daniyê ser milê xwe û ew jî ji bo hevpariya wê barê giran bigirin tevlî nobeta berxwedanê bûne. Jina bi navê Sevîm Kokmaz Dînç a ku ji Îzmîrê tevlî nobetê bûye jî hêstên xwe wiha parvekir: "Em nikarin li hemberî komkujiyên li ser gelê me tên kirin bisekinin. Li Cizir, Sur û Nîsêbinê birindarên me hene, em dixwazin ew bên dermankirin û rê li komkujiyan bigirin." Gulserî Kaya jî bilêv kir ku li Kurdistanê ji 7 saliya heya 70 saliyan bi destê dewletê tên qetîlkirin û ew wek jinek êdî naxwaze ku welatiyên kurd bên kuştin.

Ayşe Aydogan ku ji Mêrsînê tevlî nobetê bûye jî got ku şerê ku li Kurdistanê tê berdewam kirin dijî mirovahiyê ye. Ayşe balkişand li ser birindarên ku bi rojan e li binavahiyek de tên girtin û destûra nayê dayin bên dermankirin û wiha dirêjî da gotina xwe, " Em dixwazin ku demîldest kesên ku birindarin bên dermankirin. Hovîtiya ku li Cizîrê tê kirin dijî miroviyê ye."

(ho/rc)